Xelata Ziman ya Feqî Huseyîn hêjayî Rojava hate dîtin

Xelata Ziman ya Feqî Huseyîn hêjayî Rojava hate dîtin

Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Rojava şayanî Xelata Ziman a Feqî Huseyin Sagniç dît.

Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, îsal xelata ziman a Feqî Huseyîn Sagnic şanayî Saziya Ziman a Kurdî (SZK) ya Rojava dît. Ji ber ku îsal SZK'a Rojava piştî destpêkirina şoreşa li Sûriyeyê û azadbûna hin bajarên Rojava, li gelek bajaran dibistanê kurdî vekirin û bi vî awayî bingeha perwerdehiya bi zimanê kurdî ava kir, ji aliyê Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat xelatkirin.

Saziya Zimanê Kurdî ya Rojava ji ber van xebatên xwe yên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî layîqî vê xelatê hatiye dîtin. Îsal dê Xelata Ziman di salvegera koça dawîn ya Feqî Huseyn Sagniç de bi merasîmekê pêşkêşî nûnerên Saziya Zimanê Kurdî were kirin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 2005'an bi vir de li ser navê zimanzanê Kurd Feqî Huseyn Sagniç xelata ziman dide kes an jî saziyekê.

Xelatgirên berê:

1- Zana Farqînî (2005), 2- Mihemed Malmîsanij (2006), 3- Abdullah Demîrbaş (2007), 4- Azadiya Welat (2008), 5- Ahmet Turk (2009), 6- Kawa Nemir (2010), 7- Li ser navê girtiyên ji doza KCK'ê Hatîp Dîcle (2011), 8- Mulazim Ozcan (2012),

Îsal dê di 12'ê Aodarê de di demjimêr 16:30-21:00'an de dê li Cezayir Cafe ya Beyogluya Stenbolê xelat bi merasimekê dê bê dayîn.