Xelata Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bû

Kesên ku xelata 25. a Mûsa Anter û Nûçegihaniya Şehîdên Çapemeniya Azad wergirtin diyar bûn. Xelatên yekekîn nûçegihanên ajans û rojnameyên ku hatine girtin standin. Xelat 21’ê Îlonê wê bi merasîmekê bidin xwediyên wan.

Xelata 25. a Mûsa Anter û Nûçegihaniya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bû. Îsal ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ji 5 beşan nûçe ketibûn pêşbaziyê. Xelat 21’ê Îlonê li Stenbolê wê bi merasîmekê bidin.

Kesên ku di pêşbaziyê de xelat girtin wiha ne:

NÛÇEYA TIRKÎ JI DÎHABERÊ RE KU HATIBÛ GIRTIN

Di beşa nûçeya Tirkî de nûçegihana dîhaberê Denîz Tekîn xelata yekemîn girt. Denîz Tekîn bi nûçeya ‘’polîsê ku di serdegirtina malê de dizî dikir di kamerayê de xuya kir’ xelat stand.

Erk Acarer ê ji rojnameya Bîrgûnê bi nûçeya ‘OSO, tanga TSK’ê da DAIŞ’ê, nûçegihana Evrenselê Eylem Nazlier bi nûçeya ‘di bernameya dibsitana seretayî de dîmena hêwilnak’ û Rifat Dogan, nûçegiganê diken.com.tr bi nûçeyA, ‘nifûsa giravan wê 5 caran li xwe zêde bike: ji bo araziyên 2B tesîs, ji bo qatên zemînê destûra dubleksê’ Xelata Taybet a Jûriyê wergirt.

NÛÇEYA KURDÎ JI ŞIRNEXÊ RE

Di beşa Kurdî de nûçegihanê dihaberê Cîhan Olmez xelat wergirt. Olmez bi nûçeya ‘Li Şirnexê skandal: Zarokê 14 salî ji girtigehê bi îşkence birine cihê operasyonê!’ xelat stand.

NÛÇEGIHNAIYA JINÊ JIN ŞÛJINÊ RE ÇÛ

Di nûçegihaniya jinê de jî Şehrîban Aslan û Şîlan Ozhan, nûçegihanên Şûjinê ku bi BHQ’yê hatibû girtin, bi nûçeya ‘’Êlin Bêdeg ma, zarokan vegot: zora fihûşê li zarokan dikin’ xelat wergirtin.

Her wiha di beşa nûçegihaniya jinê de jî nûçeya ‘’Guleya yekem a Şengalê: Ji pênûsa Nûjiyanê, çîroka Gulê’’ ya Nûjiya Erhan ku di êrîşa bi ser Şengalê de jiyana xwe ji dest dabû ku piştre xelat stand. Nûçe ji hêla Nûjiyan Erhan ve hatibû destpêkirin piştre Jînda Asmen qedand.

KARÎKATÛR JI MÛSA KART RE

Di beşa karîkatûrê de jî xêzkarê rojnameya Cumhuriyê Mûsa Kart xelta stand, ku 9 mehên xwe li Girtîgeha Silîvrî derbas kir.

DI BEŞA FOTOFRA DE ‘ÎNFAZA TAZÎ’ XELAT STAND

Di beşa fotografê de jî wêneyê Abdûrrahman Gok, nûçegihanê dihaberê yê bi navê ‘înfaza tazî’ xelat stand, ku vî wêneyî li dinyayê deng vedabû.

Nûçegihanê rojnameya Bîrgunê Alîcan Altunbaş bi wêneyê ‘Berteka li bêbertekiyê’ û nûçegihanê AFP’ê Îlyan Akengîn bi wêneyê bi navê ‘’Binçavkirin’ê Xelata Taybet a Juriyê standin.