Xelata Mafê Mirovan a CCBE’yê dan Ebrû Tîmtîk

Xelata Mafê Mirovan a 2020’ê ya Konseya Yekîtiya Baroyên Ewropa ya yek ji xeletên herî bi nirx e, dan Parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da.

Xelata Mafê Mirovan a 2020’ê ya Konseya Yekîtiya Baroyên Ewropa (CCBE) da parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû.

Li ser navê Tîmtîk xelata CCBE Parêzer Aytaç Unsal girt.

Parêzer Unsal piştî biryara berdanê ya Dadgeha Bilind dawî li rojiya mirinê ya li gel Tîmtîk dabû destpêkirin anî, li mala berxwedanê ya Kuçuk Armûtlû ya tedawiya xwe didomîne tevlî merasîma xelatê bû got: “Ebrû parêzerke pir baş bû. Ebrû hempîşe û hevala min bû. Dema em di rojiya mirinê de bûn me rêwîtiyek dirêj bi hev re borand. Me birsîbûn parve kir. Lê birsîbûna me ne ji ber bê xwariniyê bû. Em birsiyê edaletê bûn. Di dawiya rojiya mirinê de me Ebrû bi fîzîkî winda kir. Binî xet dikim îro Ebrû li vir e. Niha li gel min e. Wê her demê mafê darezîna bi edalet a gel û têkoşîna edaletê bijî.

Weke tê zanîn mafê bingehîn ên mirovan û mafê darezînê di bin êrîşê de ye. Ne tenê li Tirkiyeyê, ev reweş li hemû dinê wiha ye. Soz û bingehê parêzeriyê parastina maf e. Li cihekî ku hemû rêyên qanûnê hatibin girtin, em ê bi domdarî mafê gel û xwe biparêzin. Ebrû ev yek nîşa me tevan da. Spasiyên xwe pêşkêşî piştevanî û xelata taybet dikim.”