Xebatkarên TV10: Ji bo rakirina rejîma Rewşa Awarte em li vir in

Xebatkarên TV10, di çalakiya xwe ya hefteya 66’an de gotin: “Ji bo rakirina rejîma Rewşa Awarte em li vir in.”

Xebatkarên TV10 ya ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hatiye girtin, ji bo televîzyona wan dubare dest bi weşanê bike cara 66’an li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

Di çalakiya têde pankarta “Dengê Elewiyan nayê bêdengkirin” hate vekirin de, dowîzên bi nivîsên “Bila deng ji tebûrê bê, ne ji çekan”, “TV 10 wijdana Elewiyan e” û “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hatin hildan. Di çalakiyê de Serokê Desteya Rêveberiya TV10 Velî Buyukşahîn axivî.

Buyukşahîn anî ziman ku ew ê mijarên li ser ekranên televîzyoan tên reşkirin gotûbêj bikin û bi raya giştî re parve bikin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de ne tenê bandor l ime kir. Ji bo rakirina vê rejîma Rewşa Awarte em li vir in. Gelek beşên ji vê pêvajoyê bibandor bûn berdêl didin. Bi lezgîn daxwaza rakirin Rewşa Awarte dikin. Ya diyar dike dixwazin bi Rewşa Awarte hemû civakê bixin bin kontrola xwe û zextê li wan bike û rê li pirsgirêkên nû bide vekirin. Bi BHQ yên dawî hatin derkirin re, rê li ber şerê navxweyî wê bide vekirin.”

Herî dawî Buyukşahîn ev tişt got: “Em li vir li mafê xwe digerin, em ji bêdengkirina dengê Elewiyan re dibêjin na.”

Piştî axaftina Buyukşahîn çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.