Xebatkarên Ozgur Gundemê hatin binçavkirin
Li avahiya Rojnameya Ozgur Gundemê ku polîsan bi ser de girtin, rojnamevan bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Li avahiya Rojnameya Ozgur Gundemê ku polîsan bi ser de girtin, rojnamevan bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Der heqê Rojnameya Ozgur Gundemê de 8. Dadgeha Sûlh Cezayê ya Stenbolê îro biryara girtinê dabû.
Piştî vê jî polîsan avêtin ser avahiyê. Di serdegirtina polîsan de, rojnamevan bi derbkirinê hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameyê Zana Kaya jî heye.
Polisin araması devam ederken, bilgisayarlara el koyma kararı olduğu belirtildi.
Di nav kesên ku hatin binçavkirin de nûçegihaên DÎHA’yê Mesût Kanar jî heye. Polîsan di dema êrîşê de dest danî ser kamereya ÎMC TV a ku weşana zindî dikir.
Hat dîtin ku dema ku rojnamevanên ku hatin binçavkirin û dibirin bixînin wesayîtên polîsan de cil û bergên wan hatibûn çirandin. Rojnamevanên ku li hember zext û şidetê li ber xwe didan xistin wesayîta binçavkirinê de. Rê nedan kû rojnamevanên ku li hember rewşa heyî bertek nîşan didin ku dîmen û wêneyan bikişînin.
Li aliyê din parêzerên rojnameyê yên ku li avahiyê bûn bi van gotinan “Em nabin pergala van bêmafiyan” bertek nîşan dan û ji avahiya rojnameyê derketin.
Navê hinek rojnamevanên ku hatine binçavkirin wiha ne:
GUnay Aslan, Reyhan Hacioglu, Ender ondeş, Dogan Guzel, Ersîn Çaksû, Kemal Bozkûrt, Sînan Balik, Onder Elaldi, Davut Ûçar, Zana Kaya, Firat Yeşîlçınar. Nûçegihanê Ajansa DÎHA’yê Mesût Karnak û Nûnçegihanên imc TV Gulfem Karataş û kameremanê imc TV Gokhan Çetîn.