Xebatkarên çapemeniya azad dê ji bo hempîşeyên xwe bimeşin
Xebatkarên çapemeniya azad dê ji bo hempîşeyên xwe bimeşin
Xebatkarên çapemeniya azad dê ji bo hempîşeyên xwe bimeşin
Saziyên çapemeniya Kurd bi armanca hevalên wan ên di operasyona di bin navê "KCK'ê" de hatin girtin serbest bên berdan dê meşekê li dar bixin.
Di 20'ê kanuna 2011'an de li hemberî saziyên çapemeniya Kurd operasyona di bin navê "KCK'ê" de hatibû lidarxistin û 46 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatibûn binçavkirin û jê 36 kes hatibûn girtin. 4'emîn rûniştina dozê dê di 22'ê Nîsanê de li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. Berî rûniştinê di 20'ê nîsanê de xebatkarên DÎHA, Ozgur Gundem, Belavkariya Firatê û Kovara Modernîteya Demokratîk bi armanca hempîşeyên wan serbest bên berdan dê di saet 19.00'an de ji Duryana Tramvay a Taksîmê heta Qada Galatasarayê dê meşekê li dar bixin.
Platforma Azadiya Rojnamegeran (GOP) û gelek rojnameger jî dê piştgiriyê bidin meşê û ji bo tevlîbûna rûniştina rojnamegeran dê bang bê kirin. Daxuyaniya ji aliyê Rojnameya Ozgur Gundemê ve hate dayîn bang hemû kesî kir ku tevlî meşê bibin.