Xebatkarên alîkariya însanî ji bo Ocalan nobedê digirin

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 317 hefte ne dewam dike. Nobedarên vê hefteyê kedkarên alîkariya însanî ya li Ewropayê ne.

Nobeda ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, bê navber dewam dike. Nobed her hefte ji aliyê komeke cuda ve tê girtin.

Kedkarên alîkariya însanî ya li Ewropayê Mûhîttîn Dolaşir, Mûsa Aksoy, Îhsan Tarlan, Fattah Cîrît û Vahît Toparslan nobedarên vê hefteyê ne. Çalakgeran roja Yekşemê dest bi nobedê kirin û hewl didin balê bikişînin ser mijara azadiya Ocalan.

Çalakgeran bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kirin ku şert û mercên Ocalan tê de ye tavilê li cih lêkolîn bikin.

Di daxuyaniya çalakgeran de hate gotin, "Em ji bo mirovahiyê li vê derê ne. û bang li we jî dikin. Guh bidin dengê Kurdan. Çawa ku mafê jiyanê yê her gelî heye, mafê jiyanê yê me û Rêberê me jî heye, divê hebe."

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an bi pêşniyara hin kesayetên li Ewropa û cîhanê li dijî tecrîda li ser Ocalan dest pê kir û heta niha nêzî 2 hezar kesî nobed girtine.

Nobed çalakiya herî demdirêj a Kurdan e ku bi rengekî bê navber dewam dike.