Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bê navber didomin

Xebatên hilbijartinê yên namzetên HDP'ê bê navber berdewam dikin. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan li Kocaeliyê tevlî bernameyan bû û diyar kir ku ji ber HDP bendava hilbijartinê derbas dike hikûmet ditirse û serî li provokasyonan dide.

Xebatên hilbijartinê yên namzetên HDP'ê bê navber berdewam dikin. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan di çarçoveya hilbijartinê de li Kocaeliyê tevlî bernameyan bû û diyar kir ku ji ber HDP bendava hilbijartinê derbas dike hikûmet ditirse û serî li provokasyonan dide. Namzetê HDP'ê yê Kocaeliyê Alî Haydar Konca jî bang li hemû kesî kir ku ji bo Tirkiyeyekî azad û demokratîk piştgiriyê bidin HDP'ê.

AGIRÎ

Namzetên HDP'ê yên Agiriyê Berdan Ozturk, Dîrayet Taşdemîr û M. Emîn Îlhan li navçeya Giyandînê ya Agiriyê esnaf ziyaret kirin. Namzet li taxa 14 Nîsan bi coş hatin pêşwazîkirin û li 7 taxan welatî ziyaret kirin.

KOCAELÎ

Namzetên HDP'ê yên Kocaeliyê Alî Haydar Konca û Guner Kizir û Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan bi rêxistinên kedê yên bajar û çapemeniya herêmî ya bajar re hatin cem hev. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan balkişand ser pîrozbahiyên 1'ê Gulanê û diyar kir ku AKP bi qedexeya Taksîmê rûyê xwe yê rast careke din nîşan da. Gurkan anî ziman ku ji ber HDP benda hilbijartinê derbas dike hikûmet ditirse û AKP ji ber vê yêkê serî li provokasyonan dike. Namzetê HDP'ê yê Kocaeliyê Alî Haydar Konca jî bang li hemû kesî kir ku ji bo Tirkiyeyekî demokratîk û azad piştgiriyê bidin HDP'ê.

WAN

Namzetê HDP'ê yê Wanê Remzî Ozgokçe li navçeya Tuşbayê esnafên Oto Sanayî ziyaret kirin. Esnafan Ozgokçe bi gerim pêşwazî kirin. Esnafan diyar kir ku ji ber polîtîkayên aborî yên AKP'ê di demên dawî de bekar mane û xwestin ku HDP li meclîsê pirsgirêkên esnafan bîne ziman. Ozgokçe jî diyar kir ku HDP her tim li cem karkeran cih girtin û ji esnafan deng xwestin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî jin di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hatin cem hev. Xebatkarên jin ên Rêxistina HDP'ê yên Bucayê li buroya hilbijartinê ya li taxa Goksu bi jinan re hatin cem hev û têkildarî girîngiya hilbijartinê de agahî dan. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Buca Zuhra Yildirim balkişand ser girîngiya buroyên hilbijartinê yên jinan.

KASTAMONU

Namzetê HDP'ê yê Kastamonu Hamza Ozkan jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi çapemeniya bajar re hate cem hev. Ozkan rojnameyên heremî yên Kastamonun Gundem, Açiksoz û Dogrusoz ziyaret kirin û pirsgirêkên rojnamegeran guhdar kirin. Ozkan diyar kir ku ji bo "Jiyanek Nû" li Kastamonuyê bû namzet û wiha got: "Hemû partî deng dixwazin. Em dixwazin bi hev re jiyanekî nû bidomînin. Em hemû bi hev re bi hûrmet bijîn."

SEMSÛR

Namzetên HDP'ê yên Semsûrê jî li navçeya Gerger buroya hilbijartinê vekirin. Namzetên HDP'ê Yasîn Tahta, Behçet Yildirim, Bîrsen Tunç, Ayten Yilmaz û Ferhat Temel bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Di merasîmê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Namzetê HDP'ê Yasîn Tahta diyar kir ku AKP'ê Gerger mehku xizanî û bêkariyê kiriye û wiha got: "Di hilbijartinê de dengên xwe ji bo aştî, biratî, azadî û demokrasiyê bidin HDP'ê."

Piştî vekirina buroyê namzetên HDP'ê esnaf ziyaret kirin.

RIHA

Namzetê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û rêveberên HDP'ê û gelek kesên din malbata Aktok a ku di qezaya trafîkê de 3 zarokên xwe winda kirin ziyaret kirin û sersaxî li malbatê da. Ayhan di taziyeyê de axivî û diyar kir ku birîna herî bi xwîn a herêmê karkeriya demsalî ye û wiha got: "Zeviyên me hemûyan hene lê dewlet ji ber polîtîkayên dewletê em diçin bajarên din dixebitin."

Namzeta HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî li Sêwerekê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin. Dîlek Ocalan û heyat pê re li gundê Munut welatî ziyaret kirin û pişt re derbasî gundê Çortanekê û ji wîr jî çûn gundê Xirbe Zerê welatî ziyaret kirin.

MÊRSÎN

Namzetên HDP'ê yên Mêrsînê Mahmut Karabulut û Nursel Demîr jî li taxa Camî Şerîf a Akdenîzê buroyên hilbijartinê vekirin. Namzetê HDP'ê Mahmut Karabulut diyar kir ku HDP nûnertiya demokrastî, azadî û aştiyê dike lê AKP tê wateya dîktatoriyê. Piştî axaftinan dayîkên aştiyê buroya hilbijartinê vekirin.

Namzetên din Şîlan Aydin, Mehmet Taşçi û Alî Tanriverdî jî li taxa Guneykent a Toroslar a Mêrsînê esnaf ziyaret kirin. Esnafan eleqeyekî mezin nîşanî namzetan dan. Namzetan ji welatiyan û esnafan re têkildarî projeyên HDP'ê de agahî dan..

Namzetên HDP'ê li taxa 45 Evler a navçeya Yenîşehîrê jî esnaf ziyaret kirin.