Tevlîbûna pêvajoyê ya rast

Têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngaveke fermî ya biçûk jî nehatiye avêtin. Hemû tiştên ku hatine kirin di nava pergala yasayî ya heyî de ye û bi vî awayî desthilatdariya AKP’ê hewl dide pêvajoyê îdare bike.

Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê ya Aşitî û Civaka Demokratîk bêguman ji bo hemû hêzên siyasî û beşên civakî hatibû kirin. Her wihaman demê de li hemberî banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya di 22’yê Cotmeha 2024’an de ku gotibû; ‘’Bila rêxistinê fesix bike û were Meclîsê di Koma DEM Partiyê de biaxive û mafê hêviyê bi kar bîne’’ weke bersivekê bû. Bi vîawayî Rêberê Gelê Kurd ‘Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk’’ dida destpêkirin.
 
Rêveberiya PKK’ê di 1’ê Adarê de bi daxuyaniyekê bersiv da banga dîrokî ya berbehs.  Di vê daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê biryarên Banga Aşitî û Civaka Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan werin bicihanîn û ji bo dabînkirina zemîna guncav agirbesta yekalî jî hatibû îlankirin.  Her çend pêvajo hinekî bi pirsgirêkan pêş ket jî piştî tevlîbûna Rêber Apo ya bi awayekî PKK’ê di navbera 5 û 7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist.  PKK’ê di 12’ê Gulanê de ji hemû raya giştî re ragihand ku wê girêdayî kongreya xwe ya ‘’biryar daye ku avaniya xwe ya rêxistinî fesix bike û têkoşîna çekdarî bi dawî bike.’’
 
Bi vî awayî PKK’ê egerên banga 27’ê Sibatê ya Aşitî û Civaka Demeokratîk bi cih anîn û girêdayî dabînkirina mafê siyaseta demokratîk yê hewce û aliyên hiqûqî dev ji çekan berda û ji tevlîbûna siyaseta demokratîk re xwe amade kir. Ji 12’ê Gulanê ve ye li ser vê bingehê disekine. Ji bo pêkanîna biryarên xwe li bendê ye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were dabînkirin,  weke Devlet Bahçelîdi 22’yê Cotmehê de anî ziman mafê hiviyê bi kar bîne û li Meclîsê di nava Koma DEM Partiyê de biaxive, mafê xwe yê siyaseta demokratîk bi kar bîne û pêngavên hiqûqî yên hewce werin avêtin.
 
Tevî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê têkildarî Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ya ku diket berê wan tam di dema xwe de û biawayekîşênber bi cih anîne jî baş e helwesta hêzên din a têkildarî tevlîbûna pêvajoyê çawa ye? Hêzên siyasî û beşên cuda yên civakî yên li Tirkiye û Kurdistanê çawa û çi qasî têkariya pêvajoyê dikin?
 
Têkildarî vê pirsê bêguman divê em beriya her tiştî li rewşa hêza desthilatdariyê binêrin. Her wiha daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî berdewam dikin. Herî dawiyê pêşniyar kir ku li Meclîsê komîsyoneke taybet û rayedar were avakirin û têkildarî vê yekê bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtinek pêk anî. Di vê çarçoveyê de ji bo Devlet Bahçelî zêde tiştekî ku were gotin tune ye. Lê belê eşkere ye ku gotinên Devlet Bahçelî di nava AKP’ê de bi qasî destpêkê nabin cihê kelecanê  û pêngavên pratîk nayên avêtin.
 
Girêdayî vê yekê di mijara helwesta li hemberî pêvajoyê û tevlîbûna wê divê em berê xwe bidin AKP’ê. Di vê mijarê de AKP atmosferê tevlihev dike. Ji aliyekî ve tîne ziman ku qaşo ne li dijî pêvajoyê ye û di pratîkê de jî egerên pêvajoyê bi cih naîne.  Weke berê bi deq û dolaban ku di vê mijarê de serkeftî ye, hewl dide pêvajoyê dirêj bike û bi daxwazên neguncav zorê li Rêber Apo û PKK’ê bike. Siyaseta AKP’ê ya heyî hê jî armanc dike ku PKK’ê bi temamî tasfiye bike û ji qirkirina gelê Kurd encamekê bi dest bixe.
 
Bi nimûne, li hemberî hemû van pêngavên aliyê Kurdan hê jî di pergala Îmraliyê de tu guherîn pêk nehatine û têkildarî dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de tu pêngavên fermî nehatine avêtin. Hemû tiştên ku hatine kirin di nava pergala yasayî ya heyî de ye û bi vî awayî desthilatdariya AKP’ê hewl dide pêvajoyê îdare bike. Lê belê wê hefteyekê piştî Banga 27’ê Sibatê di pergala Îmraliyê de guherîn pêk bihatana û wê Rêber Apo bi awayekî azad siyaset bikira.  Bi gotina wan bi xwe wê mafê hêviyê di nava sê rojan de bihata naskirin û wê Rêber Abdullah Ocalan li Meclîsê di nava Koma DEM Partiyê de  biaxiviya.  Weke ku tu ji van yekan nehatin kirin, têkildarî van yekan hewleke cidî jî nayê dayîn.
 
Ji van yekan wêdetir Rêveberiya AKP’ê hema bibêje astengiyan derdixîne. Bo nimûne tevî ku tu tu amadekariyên wê yên yasayî tune û wê  di dawiya pêvajoyê de were rojevê jî ji niha ve dibêje ku ‘’Bila PKK hemû çekên xwe deyne.’’ Baş e wê PKK çekên xwe deyne ku derê? Wê kesên ku çekên xwe berdidin  biçin ku derê û çi bikin? Weke ku hin derdorên demokratîk tînin ziman, wê ev însan ji holê winda bibin?  Ger bi vî awayî PKK çekên xwe deyne desthilatdariya AKP’ê wê piştre bi rastî jî çi bike?
 
Bêguman em dikarin pirsên vî rengî zêdetir bînin ziman. Pir eşkere ye ku devjiberdana çekan ne pêngaveke destpêkê ye divê di dawiya pêvajoyê de were rojevê û girêdayî vê yekê divê pêngavên yasayî werin avêtin ku ev yek jî erka desthilatdariya AKP’ê ye. Her wiha desthilatdariya AKP’ê dikare bi awayekî rehet yasaya nû jî çêke. Weke ‘’10’emîn Paketa Darazê’’ ya ku a niha li Meclîsê tê dîtin, Dema ku ku AKP dixwaze ne di çarçoveyeke teng de jî di asta peketêkê de dikare yasayan çêke û dikare her cure dizan, kujeran û kesên weke van efû bike û ji bo wan yasan derxîne. Ger têkildarî pêvajoyê yasayên hewce çêneke ev yek tê wê wateyê ku ne ku nikare çêke ji ber ku naxwaze çêke,çênake.
 
Tişta ecêbtir daxuyaniyên Serokê Meclîsê yê AKP’yî Nûman Kûrtûlmûş ên li Çiyayê Gabarê ne. Li gorî Nûman Kûrtûlmûş ê ku serokatiya saziya ku yasayan çêdike,dike, wê destpêkê hemû endamên rêxistinê çekên xwe deynin cihên guncav, ev yek wê ji aliyê hemû raya giştî ve were dîtin û tespîtkirin, wê piştre siyaset bikeve dewrê û piştre qaşo wê Meclîs dest bi xebatan bike! Di pêvajoyê de dikare gelek serî li rêyên bi vî rengî were dayîn.  Baş e piştî ku her tişt hate temamkirin siyaseta ku dikewe dewrê û meclîsa dikewe dewrê wê çi bikin? Herhal wê  hemû bi hev re Fatiheyan bixwînin.  Madem ev yek bi zanebûnî tên gotin wê de pir eşkere ye ku hewla deq û dolaban tê dayîn. Yan na bi nezanî tên wê demê rewş xirabtir e.
 
Lê belê banga 23’ê Sibatê ya Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî eşkere dida zanîn ku pêkhatina biryarên xwefesixkirin û çekdanînê hewcehiyên siyaseta demokratîk û pêngavên hiqûqî ne. PKK’ê jî bi awayekî eşkere anîbû ziman ku biryarên xwefesixkirin û çekdanînê yên Kongreya 12’emîn wê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocan ve werin birêvebirin û ji bo van yekan siyaseta demokratîk û pêngavên hiqûqî hewce ne. Bi awayekî eşkere xuya dike ku aliyê Kurdan gelekî zelal  û hevgirtî ye, aliyê  ku atmosferê tevlîhev dike û tiştên ku divê bike, nake desthilatdariya AKP’ê ye.
 
Di ‘10’emîn Paketa Darazê’’ de ku ji aliyê AKP’ê hate Meclîsê, têkildarî Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk tu tişt tune ne. Eşkere ye ku AKP bi tiştên derveyî pêvajoyê hewl dide civakê gîro bike.  Ji vê yekê wêdetir divê mirov bi awayekî guman li nêzî daxuyaniya Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş bibe ku digot ku ‘’Wê Meclîs komîsyonê ava bike.’’ Herhal bi zora raya giştî û Devlet Bahçelî tişteke bi vî rengî tîne ziman. Dikarin komîsyoneke bi vî rengî ava bikin lê belê ihtîmaleke mezin wê weke komîsyona ku di havîna 2013’yan de hatî avakirin be. Yanî wê pirsgirêk neyên çareserkirin wê civak were xapandin. Ku ev yek jî wê bibe komîsyoneke vala ya agahiyan pêşkêşî Tayyîp Erdogan dike.
 
Tê xuyakirin ku desthilatdariya AKP’ê atmosferê tevlihev dike û hewl dide bi deq û dolaban pêvajoyê têk bibe.  Wê demê divê li hemberî vê yekê têkoşîn were meşandin û zext li desthilatdariya AKP’ê bê kirin ku karên rast bike. Baş e kesên ku divê van yekan bikin bi xwe bi awayekî rast tevlî pêvajoyê dibin? Bi awayekî eşkere xuya dike ku têrê nake û jixwe ev sedema pirsgirêkê ya sereke ye. Bo nimûne partiyên muxalefetê hê jî di asta tê hêvîkirin de tevlpêvajoyê nabin. Ev yek jîweke ku wan bibandor nake, zemînekê jî pêşkêşî deq û dolabên desthilatdariya AKP’ê dike.
 
Di serî de Kurd, Elewî, jin, ciwan, beşên weke karker û kedkar jî ku muxatabên esas ên Banga Aşitî û Civaka Demokratîk in, di asteke bilind de tevlî pêvajoyê nabin û tevlîbûna wan kêm dimîne. Ji aliyê tevlîbûna rast û hewce ve du erkên sereke dikevin ser milên van hêzan; Yek têkoşîn û zorê li desthilatdariya AKP’ê bikin ku egerên pêvajoyê bi cih bîne. Ya din jî ku ya herî girîng e, bi perwerdehiyên berfireh, birêxistinbûn û çalakiyan aşitiyê pêk bînin û civaka demokratîk ava bikin. Xuya ye ku tevlîbûna beşên civakî ku muxatabên bangê ew in, ya ji bo bangê kêm e, weke ku nikarin çalakiyên ku zorê li AKP’ê bikin, li dar bixin jî xebatên têkildarî pêkanîna aşitiyê û avakirina civaka demokratîk jî lawaz û sînordar in.  Wê demê beriya her tiştî divê ev lawazî û kêmbûna têkildarî tevlîbûna pêvajoyê werin derbaskirin.
 
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka