Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinan didomin

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê bênavber didomin. HDP’ê li gelek navendan xebatên hemwext bi rê ve bir û guh dan daxwazên gel.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez da xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê.

MEREŞ

Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê li Mereşê xebatên hilbijartinên didomînin. Namzetên HDP’ê bi endamên partiyê re li Taxa Narlî ya navçeya Bazarcixê serdana esnafan kirin. HDP’yiyan guhdarî dikandaran kirin û vaada dayîna statuyê ya ji bo malên cem a hikumetê bibîrxistin.

Namzetên HDP’ê diyar kirin ku di vê mijarê de li pêşiya hikumet û Serokkomarê Tirk Erdogan ti astengî nîne û gotin ku desthîlatdarî ji bo dengan vê pêngavê diavêje.

ÎDIR

Saetên sibê li navenda bajar hevserokên HDP’ê yên bajar û navçeyê û namzetê HDP’ê Kiznaz Turkelî jî di nav de gelek kes li hev civiyan û serdana bajarokên Hoşhaber û Halfelî kirin. Li bajarokan HDP’yiyan bûn 2 kom û kolan kolan, mal mal geriyan wêneyên Demîrtaş û belavok belav kirin. Gel li her malê eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da û li her malê têkildarî hilbijartinan gotûbêj hate kirin.

Li Halfeliyê dema ku HDP’yiyan xebatên hilbijartinê bi rê ve dibir, dayika bi navê Bedîa ya 70 salî dema ku ji wesayîta anonsê axaftinên Demîrtaş bihîst kêliyên bi hestiyar hate jiyîn. Dayika Bedîa got, divê Kurdên ku dengê xwe didin partiyên din destê xwe deynin ser wijdana xwe û di hilbijaritnên 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidin xwe. Dayika Bedîa diyar kir ku li dijî zilm û hemû bêmafiyê wê HDP bi ser bikeve. Piştre HDP’yiyan çûn bajarokê Hoşhaberê.

QERS

HDP li Qersê bê navber xebatên hilbijartinê didomîne. Namzetên HDP’ê yên Qersê Arzû Moco, Ayhan Bîlgen û Bişar Abdî Alinak serdana kedkaran kirin ên li malpera sanayiyê kar dikin. Namzetan li kargehên şekir û malperên sanayiyê geriyan û guhdarî pirsgirêkên gel kirin. Namzetan diyar kirin ku wê 24’ê Hezîranê Tirkiye bibe welateke nû. Esnafan diyar kirin ku bi veguhestina sindoqan re şik û guman hene û pirs kirin ku wê HDP tedbireke çawe bigirin. Namzetan jî diyar kirin ku wê ji bo sindoqan hemû ewlehiyên pêwîst werin girtin û gotin ku divê gel di vê mijarê de bi hestiyar bin.

ŞIRNEX

Namzetê parlementeriyê yê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û gelek endamên HDP’ê yên bi wî re di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qilebanê û Sêgirkê çûn serdana esnafan. Kaçmaz belavokên li ser hilbijartinê belav kir û bi esnafan re sohbet kir.

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî li navenda bajêr çû serdana esnafan û bi esnafan re sohbet kir

STENBOL

Namzetên parlementeriyê yên HDP’ê yên herêma yekemîn ên Stenbolê Erkan Baş, Atîlla Ozdogan, Tulay Aydin û endamên HDP’ê û endamên TÎP’ê ji Perava Bostanciyê heta Parka Azadiyê ya Goztepeyê belavok belav kirin. Endamên HDP’ê dema ku li ser Rêya Bexdayên ketin nav kafeyekê, mişteriyên li kafeyê bi çepikan ew pêşwazî kirin. Mişteriyên kafeyê diyar kirin ku ew dixwazin HDP bendê derbas bike.

Endamên HDP’ê li Parka Azadiyê ya Goztepeyê çûn serdana bazarê. Dema ku endamên HDP’ê ketin bazarê, hemû kesan bi hev re bi çepikan heyeta HDP’ê pêşwazî kirin.

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê li herêma duyemîn a Stenbolê jî domiya. Bi beşdariya namzeta HDP’ê Dîlber Aslan heyeta HDP’ê çûn serdana esnafên Ortakoyê. Esnafan eleqeyeke nêz nîşanî endamên HDP’ê dan. li Taxa Yenî Mahalle ya Gazî Osman Paşayê jî belavok hate belavkirin. Gel eleqeyeke germ nîşanî namzetên HDP’ê dan.

Bi têvlêbûna namzetên parlementeriyê yên HDP’ê Enver Dûrsûn û Ayşe Karadag, endamên HDP’ê çûn serdana esnafên li rêya Yildirim Beyazit a Bahçelîevlerê.

KOCAELÎ

Namzetê parlementeriyê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû çû serdana esnafên Derînceyê. Esnafan gazinên xwe li Gergerlîoglû kirin û diyar kirin ku aboriya esnafan têk çûye. Esnafan diyar kirin ji bo ku HDP karibe bendê derbas bike, çi ji destê wan were, ew ê bikin.

BÛRSA

Bi tevlêbûna namzeta parlementeriyê ya HDP’ê Abîde Ok, heyeta HDP’ê çûn serdana gundê Cûmalikizik ê ku gundekî dîrokî yê Bûrsayê ye. Jin û ciwanan li vê derê eleqeyeke germ nîşanî heyeta HDP’ê dan. Namzetên parlementeriyê Adnan Şahîn û Saffet Pehlîvan jî çûn serdana esnafên Baglarbaşi û sûka telefonfiroşan.