Xebatên HDP’ê li Wanê bê navber dewam dikin

Xebatên namzetên HDP’ê li gund navçeyan bê navber dewam dike. Namzetên ku bi gotina “Dengek ji bo HDP’ê yek ji bo Demîrtaş” dest bi xebatê kirîn, bal kişandin ser ewlekariya sindoqan. Li aliyê din Meclîsa Ciwanan a Wanê şahiyek lidar xistin.

Îro jî xebatên rêxistina Partiya Demokratîk a HDP’ê li Wanê bê navber dewam kir. Namzetên parlemeneriyê yên HDP’ê yên li gund û navçeyan li hev kom bûn, bi gotina “Dengek ji bo HDP’ê û dengek ji bo Demîrtaş” xebatên xwe bi rê ve birin. Li aliyê din Meclîsa Ciwanan a Wanê şahiyek lidar xistin.

ARTEMÊTAN

Namzetê Parlemeteriyê yê HDP’ê yê Wanê Tayîp Emel li gel hevşaredara Artemêtanê yê sevîl Robjîn Çetîn a qeyûm li şûna wê hate wezîfedarkirn û Rêxistina HDP’ê ya bajarê Wanê xebatên hilbijartinê li Nexwexaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya li ser rêya Artemêtanê bi xizmên nexweşan re civiyan. Li vir guh hate dayîna gel.

ELBAK

Xebatên rêxistina HDP’ê ya navçeya Elbakê li taxan dom diek. Îro jî namzetên HDP’ê li taxên Laşkot, Xenculis, Xanik, Gulik û Eerzî bi gel re civiyan. Welatiyên li vir anîn ziman ku çiqas sindoqan bibin cihên dûr jî em bi pêyan jî biçin ew ê biçin dengên xwe bikar bînin. Welatiyan gotin: “Dengek ji bo HDP’ê û dengek ji bo Demîrtaş.”

PEYÎZAVA

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Peyîzava li gel hevşaredara navçeyê Yildiz Çetîn a li şûna wê qeyûm hate wezîfedarkirin 5 roj mayî ji hilbijartinê re lez dan xebatên xwe. Heyeta HDP’ê yên li gundên Norkog, Erennerî Hiungistanis, Demgasinê xebatên pisûleyê li gel gundiyan bi rê ve birin. Yildiz a mal bi mal geriya û bi jinên nava baxçeyan de kar dikir re axivî, ji aliyê jinan ve bi coş hate pêşwazîkirin.

WESTAN

Li navenda Westan û taxên wê tevahiya rojê xebatên HDP’ê yên hilbijartinê hatin domandin. Namzeta parlemeteriyê ya HDP’ê Muazzez Orhan li nava taxan bi jinan re sobhet kir. Orhan bal kişand ser girîngiya sindoqan a di hilbijartinê de got: “Em vê hilbijarinê derî bi derî geriyan û xebat bi rê ve birin. Heta roja dawî jî em ê bixebitin. Divê her welatî xwedî li deng û sindoqan derbikeve.”

ERDÎŞ

Çend roj mayî ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re rêxistina HDP’ê ya navçeya Erdîşê lez dan xebatên xwe. Ji bo muşahîdên ku li ser sindoqan erk bigirin li avahiya HDP’ê ya navçeyê perwerde hate dayîn. Di perwerdehiyê de têkildarî bê ka wê çawa sindoqan biparêzin û bal bidin ser çin hatin agahdarkirin.

TUŞBA

LI navçeya Tuşbayê jî serdana esnafên Piştesaziya Oto û Organîzeya Metîn Sulun hate kirin. Di nava heyeta serdanê de Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, namzeta parlementeriyê Mukaddes Karakoç jî hebû. Di hevdîtina de bal hate kişandina ser ewlekariya sindoqan û ji bo mîtînga ku wê 23’ê Hezîranê li Wanê bê lidarxistin bang hate kirin.

LI WANÊ MECLÎSA CIWANAN ŞAHIYEK LIDAR XIST

Meclîsa Ciwanên Wanê ya HDP’ê jî bi sirûda ‘Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî ser bixin’ şahiyek lidar xistin. Li salona ku şahî hate lidarxistin pankartên bi nivîsên “Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e”, “Israrkirina di sosyalîzmê de israkirina di mirovahiyê de ye” û “Jiyana azad bi keda jinê azad dibe” hatin daliqandin. Li gel tevlîbûna bi hezaran ciwanan, hevserokên Partiya Herêmên Demokrat (DBP), namzetê parlemeteriyê yê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temell jî tevlî şahiyê bûn.

Şahiya ku bi gerandina govendê ve destpê kir, dirûşmên “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin” hatin qîrkirin.

Şahî piştî axaftinên hatin kirin û şûnde bi gerandina govendê û qîrkirina stranan ve bi dawî bû.