Xebatên çandî û sportîf ên li Saint Avold'ê rastî eleqeyek mezin tên

Xebatên çandî û sportîf ên li Saint Avold'ê rastî eleqeyek mezin tên

Li bajarê Saint Avold ê li departmana Moselle ya ser bi herêma Lorraine ya Fransayê, xebatên açndî, sportîf û civakî yên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ku çend meh berê ava bû, zêde dibin.

Komeleya Çanda Kurd a Lorriane ku di Îlona 2013'an de li bajarê Saint Avoldê ava bû, xebatên xwe êdî di bin navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) dimeşîne. Atîf Ozdemîr der barê xebatên çandî û sportîf ên NCDK a Saint Avoldê de agahî da û diyar kir ku bi dehan zarok û ciwan bi taybetî di aktîvîteyên muzîk û govendê de perwerdeyê dibînin.

BI DEHAN ZAROK Û CIWAN DI NAVA XEBATÊN ÇANDÊ DE CIH DIGIRIN

Li Saint Avoldê, qûrsên saz bi beşdariya 40 kesî di sê koman de rojên Çarşemê saet di navbera 17 û 20'an de tên dayîn. Gelek zarok û ciwanên salekê di van qûrsan de perwerdeyê dibînin, li Elmanyayê di koroya mezin a ji 140 kesî ya mamosteyê muzîkê Hasan Huseyîn Tolaz de cih digirin. Ev koro herî dawî li bajarê Dusseldorfê di 22. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de derketibû ser dikê û rastî pêwendiyeke mezin hatibû. Koroya ku şagirtên saz ên ji Saint Avold jî di nav de cih digire, niha xwe ji bo Newroza Amedê ya 2015'an amade dike.

Beşek ji zarokên li NCDK a Saint Avoldê perwerde dîtin, Koma Hêja ya Zarokan ava kirin. Xebatên koroya zarokan a 15 zarok tê de cih digirin, her rojên Pêncşemê saet di navbera 20 û 22'an de tên meşandin û wê di 30'ê Mijdarê de di şeva salvegera damezrandina PKK'ê ya li bajarê Nancy yê herêma Alsace-Lorraine derkeve ser dikê.

Her wiha di nava Koma Hêja ya Muzîkê de ku nû ava bûye 11 kesên ji zarok û mezinan pêk tê cih digirin û ji bo li amûrên cuda bidin, amadekariyan dikin.

DERSÊN KURDÎ RASTÎ ELEQEYEKE MEZIN TÊN

Di çarçoveya xebatên çandê yên li bajêr de, koma govendê ya zarok û mezinan, bi beşdariya 30 kesî tê meşandin. Xebatên koma govendê jî her rojên Yekşemê saet di navbera 12 û 13'an de tên meşandin.

Qûrsên zimanê Kurdî yên li Saint Avoldê rastî eleqeyeke mezin tên. Qûrsên Kurdî ku berî salekê hat destpêkirinj ku Yekşemê tê zayîn, bi beşdariya 40 zarok û ciwanan tê dayîn. Qûrs ev du hefte ne ji aliyê rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Arî Herkî ve tê dayîn. Di qûrsan de bi giranî li ser çanda, kevneşopî û dîroka Kurdan tê rawestîn.

DI KULÛBA FUTBOLÊ DE 24 CIWAN DILÎZIN

Atîf Ozdemîr der barê aktîvîteyên sporê yên li Saint Avold de jî axivî û got, "Ji bo ciwanan jî wekî din xebateke kulûba futbolê heye. Tîma me ya bi navê FC Azadî ya xwedî 24 lîstikvanên bi lîsans e, rojên Çarşem û Înê bi rêk û pêk antremanên xwe dike. Heta niha tîma me di lîga herêmî de derket 8 maçan û di van maçan de 4 serketin û 2 wekhevî wergirt. Tîma me bi 14 pûanan re niha di rêza çaremîn a komê de cih digire.

Ozdemîr bal kişand ser bala zarok û ciwanan a li xebatên wan û destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe yên di vî warî de di dema pêş de berfireh bikin.