Xaziyê Pirsûsê Turkay: Biryardariya min a ji bo têkoşînê xurtir bû

Koray Turkay ê di komkujiya li Pirsûsê de bi giranî birîndar bû, destnîşan kir ku ji ber çûye Pirsûsê ew ti carî poşman nebûye.

Koray Turkay ê di komkujiya li Pirsûsê de bi giranî birîndar bû, destnîşan kir ku ji ber çûye Pirsûsê ew ti carî poşman nebûye.

Turkay ê di komkujiya li Pirsûsê ya ku 33 şoreşger lê hatin qetilkirin de bi giranî birîndar bû, armanca çûyîna xwe ya Pirsûsê û rewşa xwe ya piştî komkujiyê vegot.

Koray mamosteyekî berê yê jîmnastîkê ye. Beriya bikeve ser rê dixwest 'jîmnastîkê bi zarokên li wê derê bide naskirin'. Piştî ku biryara kampanyayê hat dayîn, wî jî ji aliyê xwe ve hin amûrên ji bo jîmnastîkê amade kir. Û piştre bi endamên SGDF'yî re ji Stenbolê bi rê ket.

ARMANCA PIŞTEVANIYA ENSTERNASYONAL BÛ

Xaziyê Pirsûsê Koray Turkay sedema çûyîna xwe bi vî rengî vedibêje: "Mesele ne hînkirina zarokên li wir ji bo jîmnastîkê bû. Mesele piştevaniya enternasyonal bû. Me xwest nîşan bidin ku qîrîna Kobanê ji hezaran kîlometreyî tê bihîstin. Ji nû ve avakirina Kobanê bi tena serê xwe karekî gelekî berfireh e. Ji ber ku li wê derê hilweşîneke gelekî mezin çêbû. Me banga SGDF'ê weke bangek avaikrina piştevaniya enternasyonal fêm kir. Û bi vî rengî min jî bersiv da vê bangê."

Dibêje, "rêwîtî" gelekî xweş bû. Danê sibehê digihêjin Navenda Çandê ya Amara û her kes bi hev re taştê dixwin. Dûre daxuyanî ji çapemeniyê re tê dayîn. 

Piştre; teqîn û komkujî.

Tedawiya Koray bi mehan dewam kir. 15 parçeyên şarapenlê ji bedena wî hat derxistin. 7 jî hînê di bedena wî de ne. 6 caran emeliyat bû. 

Ji bo rewşa xwe ya niha bi rûkenî dibêj "Ez baş im, dikarim bimeşim. Ya girîng jî ji xwe ew e."

Gelo piştî bûyerên bi serî de hat qet ji xwe re got 'Xwezî ez neçûbûma?'

Bersiva wî ji bo vê pirsê weke ya hemû xaziyên Pirsûsê ye: "Na. Ti carî bi vî rengî nefikirîm."

'BIRYARDARIYA MIN A JI BO TÊKOŞÎNÊ XURTIR BÛ'

Koray di heman demê de 15 sal in dansê dike. Dema ji bo perwerdeyê çû Kubayê, wextekê xwe hînî salsa kir. Piştî komkujiyê lê wer hatiye ku careke din nema karibe bike. Lê belê bi tedawiyê re bedena wî baş dibe. Dibeje "Niha dansê dikim. Hêdî hêdî dest bi sporê jî dikim."

Li gorî vegotina wî, guhertina herî mezin di biryardariya wî ya têkoşînê de pêk hatiye. Wiha dibêje. "Biryardariya xweparastina ji helandina di nava çerxên vê sîstemê de, hîn bi zelalî derket holê. Biryardariya ji bo têkoşînê xurtir bû. Me nîşan da ku li Pirsûsê û Enqereyê mirov belasebep nemirine. Dibe ku ev yek ji her tiştî girîngtir be. Nîşandana vê yekê jî dibe ku rê li ber veguherînin din jî veke."

Koray destnîşan dike ku ew ê careke din biçe Kobanê, divê biçin û balê dikişîne ser girîngiya piştgiriya ji bo gelê Kurd.