Xaziyê Pirsûsê: Demîrtaş nûnerê herî bedew ê wijdan e

Xaziyê Pirsûsê Koray Turkay ku tevlî karê hilbijartinê bûye got, HDP'ê di vê hilbijartinê de hêvî zêde kiriye û destnîşan kir, Demîrtaş nûnerê wijdan û mejî ye.

Di ser Komkujiya Pirsûsê re 3 sal derbas bûn, ku ji ber êrîşa bombeyî ya DAÎŞ'ê 33 kesan jiyana xwe ji dest dan. Zîhniyeta kujer ku ti carî dest ji zext û zordariya xwe ya li ser ciwanan berneda, parêzerên dozê û xaziyên Pirsûsê girt.

Xaziyê Pirsûsê Koray Turkay ku 23'ê Çileyê hate girtin û 22'ê Gulanê hate berdan, niha karê hilbijartinê dike. Turkay ji ANF'ê re axivî.

Turkay diyar kir, ronîkirina komkujiyên Roboskî, Amedê, Pirsûs û Enqereyê di navenda demokratîkbûna Tirkiyeyê de cih digirin û got, eger ev komkujî bên ronîkirin wê Tirkiye ronî bibe.

Koray Turkay ku niha karê hilbijartinê dike, li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê got, "Nûnerê herî bedew ê wijdan û mejî, Demîrtşa e. Derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê pêwendiya xwe yekser bi hebûna mûxalefetê ve heye. Eger HDP di binê bendê de bimîne wê rejîma yek şexsî di tûra yekemîn de misoger bibe. Eger mûxalefet naxwaze keda ku hatiye dayin belasebep biçe, divê destûrê nede bêhiqûqiyan ku ji bo HDP di binê bendê de bê hiştin, tên kirin."

Turkay da xuyakirin û dîlgirtina namzetê Serokkomariyê Demîrtaş, hewldana herî mezin a hiştina HDP'ê di binê bendê de ye û got, "Bêdengiya partiyên mûxalefetê li hemberî vê yekê tê wateya bêdengiya li tinebûna xwe."

Turkay destnîşan kir ku her kesên li Tirkiyeyê daxwaza demokrasiyê dikin, divê ji bo HDP'ê bixebitin ku ji bendê derbas bibe û diyar kir ku HDP'ê bi nîşandana namzetên çep û çepgir li rêzên destpêkê, hêvî zêde kiriye.