Xaziya Pirsûsê Erzûrûmlûoglû: Ez ê dîsa biçim Pirsûsê
Guneş Erzûrûmlûoglû ya 19 salî, ku ji komkujiya Pirsûsê giran birîndar bû û tedawiya wê hînê dewam dike, tevî komkujiya hat kirin û jiyana wê hat guhertin jî dibêje, 'Eger pêwîstî pê hebe ez ê dîsa biçim Pirsûsê."
ARZÛ ADALI
KOCAELÎ
duşem, 28 adarê 2016, 07:18
Komkujiya li Pirsûsê ku 33 şoreşger lê hatin qetilirin, ji bo gelên Tirkiyeyê bû werçerxeke mezin. Êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî şoreşgerên dixwestin tevlî karê ji nû ve avakirina Kobanê bibin, pêvajoya şer ji nû ve da destpêkirin û jiyana bi sedan mirovan ji binî ve guherand.
Pirsûs ji bo bi sedan mirovan mîna birînekê ma. Yek ji van jî Guneş Erzûrûmlûoglû ye.
Guneş hînê 19 salî ye. Beriya Pirsûsê li Edeneyê dijiya. Lê belê ji ber ku tedawiya wê hînê dewam dike, li Kocaeliyê bi cih bû.
BEDENA MIN MÎNA NE YA MIN BÛ
Parçayekî bombeyê yê wê rojê li pişta wê ket, hestiyê piştê şikand û piştre pişika wê parçe kir. Bi rojan bi tenê karîbû bi tenê milê xwe yê rastê bilivîne. Ji stuyê xwe û jê rê hîs nedikir. Ji bo wan rojan dibêje, 'Mîna ku bedena min ne ya min bû. Min dikir nedikir nikarîbûm bedena xwe bilivînim'. Lê niha rewşa min a tenduristiyê gelekî bi pêş de çûye, baş bûye.
Ji bo gelek mirovan êdî ji bo wê jî jiyan berî û piştî Pirsûsê bûye du parçe.
Di wê baweriyê de bû ku rêwîtiya Kobanê wê di jiyana wê de rê li ber guhertinan veke. Lê dibêje, 'ez ne li benda guhertineke bi vî rengî bûm'.
Di jiyana wê de gelek guhertin çêbûn. Hevrêyên wê Yûnûs Emre Şen û Okan Pîrînç jiyana xwe ji dest dan. Cebo, Cebraîl Gunebakan winda kir.
Cara yekemîn tevlî çalakiyeke polîtîk bû, lê di vê çalakiyê de jî komkujî bi serê wê de hat. Her kêliya vê komkujiyê di hişê wê de ye. Mîna ku dixwaze wî dîmenî bi taybetî di hişê xwe de biparêze.
Tedawiya Guneş dewam dike. Doktoran jê re gotine, ku di demeke nêz de ew ê karibe mîna berê bimeşe.
Ji nû ve dikene.
Xwe amade dike ku di meha Gulanê de rabe ser piyan. Ji bo rabûnê jî gelekî bi biryar e.
LI ŞÛNA KU DOZÊ LI MIN VEKIN, BILA BIRYARA NEPENÎTIYÊ RAKIN
Di vê demê de dewletê dewletiya xwe careke din nîşan da. Bi îdîaya propaganda 'MLKP û TKP/ML' doz li Guneş vekir. Ji bo vê dozê jî, nûçeyên Guneş di medya civakî de parve kir, hincet nîşan da.
Dadger çû mala Guneş û dadgeh hat amadekirin. Di rûniştina destpêkê de Guneş berat kir. Bi vî rengî rewş nirxand: "Li şûna ku dozê li hemberî me veke, eger biryara nepenîtiyê ya li ser dosyaya Pirsûsê rakiribûna wê gelekî baştir bûya."
EZ BI PIRSÛSÊ RE MEZIN BÛM, BI PIRSÛSÊ RE ZANE BÛM
Der barê vê wehşeta ku di demekî ciwan de bi serê de wê de hat çi difikire? Gelo poşman e, bi hêrs e?
Bi awayekî vekirî nêrîna xwe got: "Di destpêkê de ji bo min tişta herî zehmet a dinyayê bû. Eger hingî nexweşekî kanserê derxistina pêşiya min, min ê bigota 'ji min nebaştir nîne'. Wan rojan ez gelekî giriyam. Min digot, 'Bila siyaseta we xera bibe, Pirsûs xera bibe, xwezî ez neçûbûma'. Ev ji bo min normal bû. Ez hînê 19 salî me. Her çend min hewl da fêm bikim jî... Lê di rojên destpêkê de nebû. Lê îro ji bo min gelekî cuda ye. Ez bi Pirsûsê re mezin bûm, bi Pirsûsê re gihîştim, zane bûm. Bi Pirsûsê re min dît ku divê bi çi rengî li jiyanê binêrim. Min pêvajoyeke gelekî zehmet derbas kir. Hînê jî derbas dikim. Lê belê ez bawerim, ji bo 33 canên me ez ê her tiştî bikim. Dibe ku hinekî kêm be, lê ji wê demê gelekî zêdetir im. Dibe ku beden kêm bê dîtin, lê ji her demê bêhtir zêde me. Di 19'ê Tîrmehê de dibe ku bedena min temam bû, lê hingî ruh û hişmendiya min ne temam bû. Min ev yek bi Pirsûsê re fêm kir. Niha hîn bêhtir zêde me. Hîn bêhtir Guneş im."
Pirsa dawî: Tu yê careke din biçe Pirsûsê?
Bêteredûd dibeje 'ez ê biçim'. Dûre li lingên xwe yên nalive dinêre û dibêje, 'Ez dikarim niha jî biçim'.