Xalid Meşal piştî 45 salan li ser axa xwe ye

Xalid Meşal piştî 45 salan li ser axa xwe ye

Lîderê Hemasê yê şandine sirgûnê Xalid Meşal piştî 45 salan hate ser axa xwe, vegerî Filistînê. Meşal gihişt ne gihişte Xazeyê destpêkê nimêj kir.

Lîdere Hemasê Xalid Meşal li ser Misrê re ji deriyê Refahê kete Xazeyê. Meşal li vir di nav de Serokwezîrê rêveberiya Hemasê Îsmaîl Haniye jî heyî ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazî kirin. Xalid Meşal ku di 11 saliyê de ji Filistînê derket piştî 45 salan lingê xwe avert ser axa welatê xwe, destpêkê nimêj kir. Xalid Meşal ku ber bi bajar ve çû, çav lê ye serdana mala damezirênerê Hemasê Şêx Ehmed Yasîn û fermandarê Hemasê Ehmed Cebar yê ku ji aliyê Îsraîlê di meha borî de hatibû kuştin bike.

Xalid Meşal vegera axa Filistînê weke ‘dayîkbûna sêyemîn’ binav kir. Meşal di derbarê vegera xwe de di daxuyaniya nivîskî de dayî got, “Ev vê weke dayîkbûna sêyemîn dibînim û ez dua ji xwedê re dikim ku dayîkbûna çarem bibe rizgarbûna Filistînê.”

Berdevkê Hemasê Samî Ebû Zuhrî jî daxuyaniyek da û vegera Meşal weke “li dijî dagirkeriyê fêqiyê serkeftina berxwedanê” binav kir.

Di gera 3 rojan ya Meşal de, tê plankirin ku roja Şemiyê li bajarê Xezeyê xwepêşandanek mezin were kirin.

Xalid Meşalê 56 salî ku di sala 1967’an de li Şeria Rojava hate sirgûn kirin, piştî Kuwêt û Urdunê ji sala 1999’an ve li paytextê Sûriyeyê Şamê jiyan dikir. Ji ber sedem serhildanên sala borî li Sûriyeyê destpêkirin çû Qetarê. Vegera Meşal ya Xezayê weke serkeftina şerê dawî yê di navbera Hemas û Îsraîlê de tê dîtin.