WHO giraniyê dide ser heft an jî heyşt derziyan
Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesûs diyar kir ku li ser heft an jî heyşt derziyên li dijî vîrûsa koronayê karekî berfireh tê kirin.
Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesûs diyar kir ku li ser heft an jî heyşt derziyên li dijî vîrûsa koronayê karekî berfireh tê kirin.
Midûrê Giştî yê WHO'yê got, "Niha li ber destê me hin hewldanên baş hene ku dikarin bibin derzî" û wiha dewam kir: "Ji wan heft, heyşt heb baş in. Lê belê zêdeyî 100 hewldanên ji bo peydakirina derziyan hene."
Ghebreyesûs got, "Em niha giraniyê didin ser çend heban" û destnîşan kir, ku pêkane encamên baş ji wan derkevin.
Midûrê WHO'yê eşkere nekir ku qala kîjanan dike û diyar kir, bi alîkariya ji 7.4 milyar Euroyî ku beriya hefteyekê rêveber, rêxistin û bankayên 40 welatan soza wê dan, wan karê xwe zêde kirine.
Ghebreyesûs diyar kir ku ji meha Çileyê ve WHO ji bo peydakirina derziyê û şopandina vî karî li tevahiya cîhanê bi bihezaran lêkolîneran dixebite.