Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Wezîrê Tirk hedef nîşan da, dadgehê jî girt

Ji 4 ciwanên ku li navçeya Rêya Armûşê hatin destgîrkirin û Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ew kiribû hedef, 3 jê hatin girtin.

Di 8'ê Îlonê de li Taxa Bostanîçî û Taxa Esendere yên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di avêtina ser malan de Şiyar Orhan, Delîl Bozkûrt, Serhat Akdag, Baran Tîbelîk hatibûn destgîrkirin. Ji her 4 ciwanên bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin destgîrkirin, 3 jê hatin girtin. Baran Tîbelîk piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan û Şiyar Orhan, Delîl Bozkûrt û Serhat Akdag jî hatin girtin û ew şandin girtîgehê. 
 
Her wiha Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ji bo ciwanên 3 rojan destgîrkirî bûn li ser hesabê xwe yê medyaya sanal gotibû "endamên rêxistina terora dabeşker" û ew wekî hedef nîşan dabûn.