Wezîrê Swêdî: Ermenî, Asurî-Suryanî û Keldanîn hatin qirkirin
Wezîrê Swêdî: Ermenî, Asurî-Suryanî û Keldanîn hatin qirkirin
Wezîrê Swêdî: Ermenî, Asurî-Suryanî û Keldanîn hatin qirkirin
Di 68’emîn salvegera ku Artêşa Sor ji bo girtiyan azad bike kete Kampa Berhevkirinê ya Auschwîts, qurbaniyê qirkirinê li Swêdê hatin bibînin. Li 70 cihên cuda yên Swêdê merasîm pêk tên. Di hemû bernameyan de tên xwest ku bila pêşî li qirkirinên bi vî rengî bê girtin.
Li Stockholmê li parka Raul Wallanberg saet di 12.00’an de bername det pê kir. Li Parkê panoyên mezin ku li ser pêvajoya hatine ser desthilatdariyê ya Naziya Almanyayê û pêkanînên wê hatin cihkirin.
Merasîm ji aliyê saziyeke dewletê ya bi navê ‘Ji bo dîroka tê jiyîn forum’ merasîm pêk hat. Di merasîmê de wezîrê Entegrasyonê yê Swêdê Erîk Ullenhag axivî û diyar kir ku di şerê duyemîn yê cîhanê de hinek jin û mêr bûne amûrê Faşîzma Hîtler û bi mîlyonen kes xistine odeyên gazê. Ullenhag got ku ew tu carî vê pêkanînê fêm nake û wiha got: “Kesê qirkirinê înkar dikin divê di dîrokê de têkoşînê qezenc neke. Divê her kes bizane ku qirkirin pêk hatiye. Ya duyemîn jî ji bo di civakê de tolerans pêk were divê em li dijî dijiminahiya Yahudiyan, biyaniyan têbikoşin.”
ERMENÎ TÊ BÎRA KÊ?
Ullenhag got dibe ku dijminahiya li dij biyaniyan bi Yahudiyan dest pê bike lê ev wisa sînor nemeye ûgot: “Divê em ji bûyerên 1900’î dersan derbixin. Ji bo qirkirinên nû çênebin divê têkoşîn bê dayîn.
Ermenî tê bîra kê? Hîtler di şerê yekemîn yê cîhanê de ji bo qikirina Ermenî, Asurî-suryanî û Keldaniyan ev got. Divê tu kes nebêje hun Yahudiyan bi bîr tînin. Me ji salên 1900’î ders hîn nekir. Li Kamboçyayê qirkirin pêk hat. Saddam Huseyîn di salên 1980’î de kurd qetil kirin. Me ji dîrokê ders dernexist. Lê em tiştekî dizanin.”
DIVÊ TIRKIYE BERPIRSYARIYÊ BIGIRE SER XWE
Ullenhag der barê pirsên li ser qirkirina Ermenî û Asuriyan de axivî û got divê qirkirina li ser Ermenî û Asuriyan bê rojevê û got divê Tirkiye divê vê berpirsyariyê bigire ser xwe.
Ullenhag wiha got: “Divê Tirkiye qirkirinê qebûl bike. Divê hemû kes vê wisa qebûl bike. Agahiyên di destê me de pir zelal nîşan dide ku qirkirin pêk hatiye.”
TIRKIYEYÊ JI 8 WELATIYÊN ABÎDE ÇIKAND
Wezareta Karê Derve ya Tirk bi wesîleya 27’ê Çile Roja Bibîranîna Qurbaniyê Qirkirinê ya Netewên Yekbuyî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tê gotin ku rejîma Nazî, bi awayekî topyekun Yahudî qetilkirine. Her wiha tê gotin ku divê qurbaniyên Qirkirina Yahudiyan bên bibîranîn û divê mijarê de nifşên pêşerojê bê agahdarkirin.
Desthilatdariya AKP’ê û dewleta tirk li aliyê din ji ber ku rewşenbîr qirkirina Ermenî û Suryaniyaniyan rastiya wê ji rayagiştî re radigînin dozan lê vedike û beyî ku şerm bike kesên ji aliyê Hîtler ve hatine qetilkirin bi daxuyaniyên fermî bibîrtîne. Ligel vê piştgiriya aborî dide Fona Muzeya Navnetewî ya Auschwîtz-Bîrkenau ku Abîdeya qirkirina Yahudiyan ku tê de welatiyên tirk hatin qetilkirin çêbike. Desthildatdariya AKP’ê di 9’ê qanûna borî de ji bo 8 welatiyên TC yên faşîzma Hîtler qetilkirin li Almanyayê li Kampa Berhevkirinê ya Bergen Belsen abîde çikand.