Wezîrê Navxweyî yê Franseyê Manuel Valls ragihand ku li Parîsê qetilirina sê jinên siyasetmedar ên Kurd nayê qebûlkirin û got ku ew ê bûyerê bişopînin.
Wezîrê Navxweyî Franseyê Manuel Valls çû cihê sûîqesta ku li Parîsê pêk hat û di encamê de yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan û jina ciwan a Kurd Leyla Soylemez hatin qetilkirin. Valls beriya biçe lêkolînê bi rayedarên Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEYKA) hevdîtinek pêk anî û got: “Ev ne bûyereke ji rêzê ye. Polîsên me lêkolîna xwe didomîne. Mirov nikare êrîşeke wiha qebûl bike.” Valls peyam da ku ew ê vê bûyerê bişopînin.
Valls daxuyaniyek da radyoya France-infoyê û got “Ev êrîş qet nayê qebûlkirin” û da zanîn ku ew hêvîdar e ku lêpirsîna bûyerê di demek zû de encam bigire.
Valls tevî şandeya Wezareta Navxweyî ya Franseyê li cihê bûyerê lêkolînê dikin. Waliyê Parîsê, parlementerên Partiya Komunîst û Sekretera Giştî ya Partiya Komunîst hatin cihê bûyerê. Hejmara Kurdistaniyên li ber avahiyê jî her ku diçe zêdetir dibe û gelek endamên çapemeniyê li cihê bûyerê ne.