Wezîrê Navxweyî yê Franse dê li cihê bûyerê daxuyanî bide

Wezîrê Navxweyî yê Franse dê li cihê bûyerê daxuyanî bide

Gelê Kurd li ber avahiya Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê ku 3 jinên Kurd têde hatin qetilkirin li hev kom dibin. Wezîrê Navxweyî yê Franseyê dê li cihê bûyerê daxuaniyekê bide çapemeniyê.

Piştî sê siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez li Parîsê hatin qetilkirin, bi hezaran Kurd li cihê bûyerê kom dibin. Kurdistaniyan pankartên “Tohildan” li ser nivîsandî vekirin û dirûşimên “Şehîd Namirin” û “Qatil Tirkiye” diqîrin. Kurdistanî dixwazin ku bûyer di demek kin de were ronîkirin.

Hate diyarkirin ku bi qasî 5 hezar kes li cihê bûyerê kom bûye û Kurdistaniyên li welatên cûda yên Ewropayê berê xwe didin Parîsê.

Gelek parlementerên Fransî, nunerên saziyan hatin cihê bûyerê. Polîsên Frensî heta niha tu daxuyaniyeke fermî nedane. Wezîrê Navxweyî yê Franse Manuel Valls dê bê cihê bûyerê û tê payin ku li wir daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Rayedareke polîsan ji AFP’ê re axivî û got: “Ev yek înfazek e” û da zanîn ku lêpirsîn ji aliyê maseya cinayetê ya Parîsê ve tê birêvebirin.