Wezîrê Navxweyî: Li naverastê çalakgerê xwekujî nîne
Wezîrê Navxweyî: Li naverastê çalakgerê xwekujî nîne
Wezîrê Navxweyî: Li naverastê çalakgerê xwekujî nîne
Hat ragihandin ku kesê li ber Serokwezaretiyê bi îdîaya êrîşê polîsan gule berdanê, ne 'çalakgerê xwekujî' ye.
Li kolana Vekaletler a nêzî Serokwezaretiyê, bi îdîaya ku bombe li xwe pêçandiye, polîsan gule li kesekî reşandin.
Tê îdîakirin ku Tûgrûl B. yê 52 salî saet di 12:20'an de li kolana Vekaletlerê ji aliyê polîsan ve ji bo kontrola nasnameyê hatiye rawestandin, ji ber guh nehdaye hişyariya "raweste" ya polîsan parastvanan 2 caran gule berdanê.
Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler der barê bûyerê de got, "Li naverastê çalakgerê xwekujî nîne. Gumanbar bi xwe mukur li xwe hat. Kesekî xwedî pirsgirêkên tenduristiyê ye."
Serşêwirdarê Serokwezaretiyê Yûsûf Yerkel jî got, "Di bûyera li Serokwezaretiyê de guleberdan nîne. Polîsan bi tenê sê caran gule berdane hewayê. Gumanbar macûna cam li bedena xwe pêçandiye. Ji ber ku guh nedaye hişyariya "raweste" hêzên me yên ewlekariyê, kesê mijara gotinê danîne erdê û bêbandor hiştine."