Wezîrê Karên Hundir ê Misrê rastî êrîşa bombeyî hat

Wezîrê Karên Hundir ê Misrê rastî êrîşa bombeyî hat

Wezîrê Karên Hundir ê Misrê Mihemed Ibrahîm rastî êrîşeke bi wesayîta bombeyî barkirî hat. Li gorî televizyona Misrê Ibrahîm ji êrîşê rizgar bûye.

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Misrê, îro di danê sibê kerwanê wesayîtan a Wezîrê Karên Hundir a Misrê Mihemed Ibrahîm li Kolana Mistefa El-Nehas a bajarê Nesir a girêdayî Qahîra rastî êrîşa wesayîta bombebarkirî hatiye. Hat ragihandin ku Wezîr Îbrahîm ji êrîşê rizgar bûye.