Wezîrê Edaletê: Paket girtiyên KCK’ê nagire nav xwe
Wezîrê Edaletê: Paket girtiyên KCK’ê nagire nav xwe
Wezîrê Edaletê: Paket girtiyên KCK’ê nagire nav xwe
Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn di derbarê sererastkirina “ger rêxistina çekdarî tunebe ji endamtiyê ceza nagire” ya 4’mîn Paketa Darazê, bersûcên “KCK” nagire nava xwe.
Hevdîtinên ku di Lijneya Giştî ya Meclisê de derbarê 4’mîn Paketa Darazê de pêktên, Wezîrê Dadê li Meclisê têkildarî mijarê pirsên rojnamevanan bersiv dan û diyarkirin ku, li gorî guhertina di fikra 6’mîn ya madeya 220 ya TCK’ê ya “beşdarbûna civînên rêxistinên neçekdar û danezanên wan bilavkirin” ji çarçoveya sûc têne derxistin. Li ser pirsa rojnamevanan ya “bersûcên ji doza KCK’ê tên darezandin dikeve nava vê guhertinê?” Ergîn got: “Bersûcên KCK’ê li gorî madeya 314’mîn ya TCK’ê têne darezandin. Ev paket wana nagire nava xwe.”
Madeya 314’mîn ya TCK’ê “rêxistina çekdarî avakirin û endamtiya rêxistina çekdarî” digire nava xwe.