Wezîrê Derve yê Swêdê darvekirinên rejima Îranê şermezar kir

Wezîrê Derve yê Swêdê darvekirinên rejima Îranê şermezar kir

Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Karl Bîld di parlementoya welatê xwe de darvekirinên girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û soz da ku dema Wezîrê Îranê hat Swêdê dê vê mijarê bînin rojevê.

Piştî bidarvekina girtiyên siyasî yên Kurd Hebîbulla Gulperî Pûr, Reza Mamedî û Şêrko Mearfî  parlementarê Partiya Keskan a Swêdê Cebar Emîn roja 6’ê Mijdarê mijar xist rojeva parlementoya Swêdê û banga li hikumeta Swêdê û welatên Ewropa kir ku, helwesta xwe nîşan bidin.

Cebar Emîn pêşniyarnameyek pêşkêşî Wezîrê Derve yê Swêdê  Karl Bîld kir da ku helwesta xwe di derbarê vê mijarê de diyar bike.

Di heman demê de Bîld duh bersiva pêşniyarnamaya Emîn da û li ser navê hikûmetê bi darvekirinên girtiyên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Swêdê sozda ku dama Wezîrê Derve yê Îranê bê Swêdê  wê mijarê bîne rojevê.