Wezîra Karên Derve ya Swêdê: Bila AKP êrîşên xwe yên li dijî Kurdan biqedîne

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom da xuyakirin, ku rejîma Saddam di 16'ê Adara 1988'an de yek ji mezintirîn komkujiyên bi çekên kîmyewî kir û 5 hezar Kurd qetil kir.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom di merasîma bîranîna qurbaniyên Helebçeyê de axivî û bang li hikûmeta Tirk kir ku êrîşên xwe yên li hemberî Kurdan biqedîne û bi PKK'ê re dest bi muzakereyan bike.

Federasyona Swêd-Kurd li Dêra Fredrîk Adolf, ji bo bîranîna qurbaniyên Helebçeyê merasîmek lidar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl di axaftinên xwe yên li vir de tevî Komkujiya Helebçeyê rewşa li Bakurê Kurdistanê jî nirxandin û êrîşên hikûmeta Tirk ên li hemberî Kurdan şermezar kirin.

Hunermendên Kurd jî stran û helbestên xwe yên ji bo Helebçeyê pêşkêş kirin.

HELEBÇE PARÇEYEK JI QIRKRINA EN ENFAL E

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom da xuyakirin, ku rejîma Saddam di 16'ê Adara 1988'an de yek ji mezintirîn komkujiyên bi çekên kîmyewî kir û 5 hezar Kurd qetil kir. Wallstrom da xuyakirin, ku bi karanîna çekên kîmyewî sûcekî şer e û da zanîn, Komkujiya Helebçeyê parçeyek ji qirkirina En Enfal a rejîma Saddam li hemberî Kurdan meşand e.

Wallstrom diyar kir, ku di roja îro de jî çeteyên DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê êrîşî Kurdan dikin, jinên Êzidî li bazarên koleyan difiroş in û bal kişand ser qewimînên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Wallstrom destnîşan kir, ku mafên mirovan mîna her kesên li Tirkiyeyê dijîn divê ji bo Kurdan jî derbas bibin û ji hikûmeta Tirk xwest êrîşên xwe yên li hemberî Kurdan biqedîne û bi PKK'ê re ji nû ve dest bi muzakereyê bike.

6 HEZAR JINÊN ÊZIDÎ DI DESTÊ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê DE NE

Piştî Wallstrom Nûnerê Rêveberiya Kurdistana Federal a Başûrê Kurdistanê Şoreş Kadir peyivî û anî ziman ku bi êrîşa li hemberî Helebçeyê re hat xwestin bi sedan gund û bi hezaran Kurd ji holê werin rakirin, qirkirin bê kirin.

Lîderê Partiya Lîberal Jan Bjorklûnd jî ragihand, ku her çend 28 sal di ser re derbas bûye jî Helebçe hînê birînek xwîn jê tê ye. Bjorklûnd diyar kir, divê Helebçe ji bûyerên din cuda neyê nirxandin û anî ziman, Komkujiya Helebçeyê parçeyek ji êrîş û zexta rêk û pêk a salên dûr û dirêj li hemberî Kurdan tê meşandin e.

DIVÊ EM BI KARÊ KURDAN Ê LI ROJHILATA NAVÎN RE SERBILIND BIN

Bjorklûnd bibîr xist, ku di roja îro de mîna serdema navîn DAIŞ mirovan bi zindî defn dike, jinan li bazaran difiroşe û got, "Hûn şînê digirin, em şînê digirin. Lê di heman demê de em bi karê Kurdan ê îro li Rojhilata Navîn dikin, serbilind in. Şervanên Kurd di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de gelekî serketî ne. Ew ne tenê xwe diparêzin, hindikayiyan diparêzin, mafên mirovan diparêzin. Kurd li dijî barbariyê, şaristaniyê diparêzin. Ji ber vê yekê em spasiyên xwe pêşkêşî gelê Kurd dikin."

Bjorklûnd endîşeya xwe ya ji ber qewimînên li Tirkiyeyê jî anî ziman û got, "Berî demeke nêz, hêvî hebû. Lê niha rewş berevajî ye. Mafên mirovan bûye ku kêm tê dîtin. Divê qewimînên li Tirkiyeyê bi awayekî vekirî werin şermezarkirin."

ERDOGAN HAT HIŞYARKIRIN: DEST NEDIN HDP'Ê

Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt jî bal kişand ser serketinên cidî yên şervanên Kurd li hemberî çeteyên DIAŞ'ê û piştre rewşa li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand.

Sjostedt diyar kir, ji ber krîza penaberiyê, Yekîtiya Ewropa naxwaze komkujiyên li Kurdistanê bibîne.

Sjostedt di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya HDP'ê û destnîşan kir, ku HDP ne tenê ji bo Kurdan ji bo Tirkan jî pêkhateyeke girîng a demokratîk e. Sjostedt da zanîn, ku Erdogan û AKP amadekariyan dikin êrîşî rêveberên HDP'ê bikin û got, "Ev nayê qebûlkirin. Ez mesajê dişînim ji Erdogan re. Divê tiştekî bi vî rengî nebe. Em ê nikaribin vê qebûl bikin."

...