Wezîr Nehammer: Tirkiye li pişt êrîşên Viyanayê ye

Wezîrê Karê Navxweyî yê Evûstûryayê li ser êrîşên faşîstên Tirk ên li Viyanayê axivî û diyar kir ku li pişt êrîşan Tirkiye heye.

Komên faşîst ên Tirk ku desthilatdariya AKP û MHP’ê piştgiriya wan dike, hefteya borî li Viyaneyê êrîşî Kurdan û mûxalifên rejîma Erdogan kiribûn. Ji ber vê êrîşê di navbera rêveberiya Viyana û Enqereyê alozî çêbû, her du welatan konsolosxaneyên welatê dîtir vexwendibûn wezareta karê derve.

Wezîrê Karê Navxweyî Karl Nehammer diyar kir ku dewleta Tirk ferman daye faşîstên Tirk. Nehammer diyar kir ku dema ev bûyer pêk hatiye, kameramenekî profesyonel ev kêlîk qeyd kiriye û got “Em ê kitekitên bûyerê di demeke nêz de eşkere bikin.”

Nehammer diyar kir ku ev komeleyên nijadperest ên Tirkan ên ku êrîşî Kurd û komên muxalif ên Tirkiyeyê kiriye, têkiliya wan bi desthilatdariya AKP û MHP’ê heye.

Piştî vê êrîşa faşîstan a li Viyanaê Serokwezîr Sebastîan Kûrz jî desthilatdariya AKP û MHP’ê sûcdar kir û got, “Tirkiye dixwaze aramiya li welatê me xera bike.  Divê Tirkiye îşê xwe ji kesên li Evûstûryayê neyne.”