Wezîrên Ewûstûryayî yên ku nîjatperestan ew tehdît kirîn polîs wan diparêzin

Piştî êrîşa faşîstên Tirkan a li Viyana ya hefteya derbasbûyî, wezîrên Ewûstûryayî Karl Nahammer û Susanne Raab ên ku ji aliyê nîjatperestan ve hatîn tehdîtkirin di bin parstina polîsan de ne.

Hefteya derbasbûyî komên faşîstên Tirk ên aligiyê desthilata AKP-MHP’ê li Viyana ya paytexta Ewûstûryayê êrîşî Kurdan û kesên muxalifê rejîma Erdogan kiribûn. Piştî li Viyanayê li pêş çavê polîsên Ewûstûryayê ve êrîş hate kirin, Wezîrê Karên Navxweyî Karl Nehammer qala faşîstan kir û gotibû; “Wê encama van bûyeran hebe, êrîşkar bê ceza namînin.”

Bi heman şêweyî Wezîrê Lihevkirinê Susanne Raab jî daxuyaniyên şermezarkirina van êrîşan kiribû.

Lê belê piştî vê faşîstên Tirkan bi rêya qada civakî dest bi tehdîtên mirina her du wezîran kirin. Di dema ji bo kesên li ser hesabên qada civakî ji bo her du wezîran tehdît û xeberan dikin tîmên parastinê ketin tevgerê, wezîr Nehammer û Raab ji aliyê polîsan ve ji nêz ve diparêzin.

Îro her du wezîr li patext Viyanayê hatin pêşberî çapemeniyê û dan diyarkirin ku ji tehdîtan natirsin. Wezîrê Lihevkirinê Susanne Raab diyar kir ku wê li dijî komên radîkal berxwedana xwe bidomînin û got: “Em li pêşberî van tehdîtan gavê paş ve navêjin.” Wezîrê Karê Navxweyî Karl Nehammer jî got: “Tu kesên di nava hikumeta me de ji tehdîtên koman natirsin.”