Wezîr Guler:Ma her roj mafê çalakiyan heye gelo?
Wezîr Guler:Ma her roj mafê çalakiyan heye gelo?
Wezîr Guler:Ma her roj mafê çalakiyan heye gelo?
Wezîrê Karê Hundir Muammer Guler der barê berxwedana Parqa Gezî ya ku di roja 22’emîn de didome de axivî û got: “Ma her roj mafê xwepêşendan û çalakiyan heye gelo?” Guler der barê sînorkirina çapemeniya civakî de jî got dê sererastkirinên qanûnî bike û karker û kedkarên diçin gireva giştî jî tehdît kir.
Guler her wiha lêpirsîna der barê doktorê dildar de hatiye vekirin jî parast û got; “Doktorên muayane dikin, neçarin merciyên têkildar agahdar bike.
Guler anîman ku der barê polîsan de yên li Îzmîr, Enqere, Stenbol û Hatayê de kar û barê fermî kirine û balkêş e ku fatureya bi hezaran kesên birîndar bûn, 3 kesî jiyana xwe ji dest da, li 3 polîsan birîn. Guler got li Îzmîrê der barê 2, li Stenbolê 1 polîsekî de lêpirsîn dane destpêkirin. Der barê polîsê ku li Enqereyê Ethem Sarisuluk kuşt jî tu tiştek negot.
ÇAPEMENIYA CIVAKÎ BI SÎNOR DIKIN
Guler got dê der barê çapemeniya civakî de jî ku gel rakirine ser piyan jî sererastkirinên qanûnî bînin û got: “Xebatên wezareta dadê û wezareta me dê çêbibin. We dît nûçeyên derew çawa hatine nîşandan. Der barê vê de operasyon heye.
MIN CENDERMEYÊ BIN EMRÊ MIN DE PEYWIRDAR KIR
Guler der barê peywirdarkirina cendermeyana li navenda bajar jî got: “Midûriyet li bajaran, cenderme li çolteran peywirê dike. Ji ber ku min pêwistî pê dît min peywir dan wan. Dema pêwistî bibînim dê peywirê bidim wan.
HER ROJ ÇALAKÎ PÊK NAYÊN
Guler got ew înata meşandina çalakiyan fêm nake û der barê greva karkeran de wiha got: “bi grev û kar berdanê hewl didin gel daxînin kolanan. Em dê destûr ênedin van. Mafê çalakiya 5 senîkayan tune ku, emê destûrê bidin kîjan çalakiya qanûnîn. Bila karker û kedkar tevli çalkaiyên derveyê kanûnê nebin. An jî dê ew encamên wê bibînin.”