Wezareta Parastinê: 110 pîlotan îstifa kirin
Wezareta Parastinê: 110 pîlotan îstifa kirin
Wezareta Parastinê: 110 pîlotan îstifa kirin
Wezîrê Parastina Millî Îsmet Yilmaz da xuyakirin ku di nava hêzên hewayî yên artêşa Tirk de di navbera Çile-Sibat a sala 2013'an de 110 pîlotan îstifa kirine.
Wezîrê Parastinê Yilmaz ev daxuyanî li ser pirsnameya Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Ûmût Oran a li ser îstifaya pîlotan a li artêşa Tirk, da.
Wezîrê Parastinê ev daxuyanî da: "Di dema teqawît/îstifa ya sala 2013'an de li Fermandariya Hêzên Hewayî 63 jê pîlotê balafira jetê bi giştî 110 pîlotên sûbay, bi daxwaza îstifayê serî li Hêzên Çekdarî yên Tirk dane. Ne rast e ku ev hejmar ji sedî 15'ê rêjeya hejmara tevahiya pîlotên leşkerî yên li Tirkiyê ne. Lêçûna tegmenekî pîlotê F-16 çar milyon TL ye. Hejmara pîlotên general ên li girtîgehan girtîn e, 11 ye."
Çend roj berê hat îdîakirin ku 2 generalên hêzên hewayî îstifa kirine. Îstifaya SeroKê Kûrmay ê Fermandariya Hêzên Hewayî Korgeneral Nezîh Damci yê navê wî di komkujiya Roboskî de derbas dibû û Fermandarê Dibistanên Teknîkî yên Hewayî Tumgeneral Ziya Cemal Kadioglû hînê ji aliyê artêşa Tirk û hikûmetê ve nehatiye derewandin.