Wezareta karê Derve ya DYA’yê komkujiya li Rojava şermezar kir
Wezareta karê Derve ya DYA’yê komkujiya li Rojava şermezar kir
Wezareta karê Derve ya DYA’yê komkujiya li Rojava şermezar kir
Wezareta Karê Derve ya DYA’yê, komkujiya li dijî kurdên sivîl ya ji aliyê komên çeteyan yên girêdayê El Qaîdeyê pêk hatiye şermezar kirin. Wezaretê wiha got: “Em vê êrîşa li dijî sivîlan şermezar dikin.
Berdevkê çapemeniya Biyanî ya Buroya Karê Rojhilata Nêz a Wezareta Karê Derve ya DYA’yê Dîna Badawy, êrîşên Eniya El Nusra/Dewletî Îslam a Iraq-Şamê şermezar kir. Badawy di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev provakasyoneke mezhebiye û got ev provakasyonên mezhebî mafdar nayên dîtin û em êrîşên li dijî sivîlan şermezar dikin.
Badawy destnîşan kir ku ji serê krîza Sûriyeyê heta niah Sûriyeyê hişyar dikin û got wan bi taybet gotiye ku di dema pevçûnan de bila sivîl bên parastin û bila sivîl nebin hedefa aliyan.
Badawy wihagot: “Divê li hemberî mafê sivîlan rêz bê nîşandan. Kesên binpêkirina mafên mirovan û hiqûqî yên navnetewî kiribin, berpirsin.
Çeteyên Elniya El Nusra ku girêdayê El Qaîdeyê ye di navbera 29’ê tîrmeh û 1’ê tebaxê de li gundê Tîl Eran û Tîl Hasil êrîş pêk anî û 70 sivîl hatin qetilkirin. Her wiha 300 sivîl revandibûn.
Hefteya borî wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov balkişandibû ser komkujiya li hemberî kurdan û bang li NY’ê kiribû ku vê komkujiyê şermezar bikin.
Li ver vê berdevkê sekreterê giştî yê NY’ê Martîn Nesîrky roja çarşemê daxuyaniyek da û komkujî şermezar kir.