Danê sibehê, dîhaber, Gazete Şûjin û rojnameya rojeva Medya biryarnameyan hatin girtin. Xebatkarên saziyên çapemeniyê yên bi hişmendî û pêkanînên desthilatdariya faşist ên AKP-MHP hatin girtin, diyar kirin ku ew teslîmî rejîma zordar û desthilatdar nabin. Nûçegîhanê dîhaberê yê ku di temenê xwe yê 9 mehan de îmze avêt bin nûçeyên girîng Ozgur Paksoy, diyar kir ku ew şopdarê kevneşopiya çapemeniya azad in û tu carî ji rastiyan tawîz nedan û wê dîsa li pey şopa heqîqet û rastiyanbin.
EM RASTIYAN DI TARIYÊ DE NAHÊLIN
Paksoy, anî ziman ku dihaber di şertên giran ên Rewşa Awarte de hat avakirin û di serdema rewşa rêveberiya awarte de, tevî ajans û kovar hatin girtin dîsa li diji hemû zext û zordariyan xebatên xwe berdewam kirin. Paksoy, anî ziman ku ji bo kevneşopiya çapemeniya azad bidominin û rastiyan binivîsin dihaber di mijdara 2016’an de hat avakirin û wiha got: “Em ê rastiyan di tariyê de nehêlin. Em ê her dem binivisin û bibin denge gel.”
Paksoy, anî ziman ku di vê pêvajoyê de 15 caran malpera wan hat astengkirin û gelek hevalên wan ên nüce şopantin hatin binçavkirin, girtin û rastî lêdanê hatin. Paksoy, ani ziman ku çawa di salên 1990’an de ev kevneşopî berdewam kirin dê dîsa berdewam bikin. Em bûn denge Cizîr, Nisêbîn û Geverê. Em bû denge Sûrê. Me paşve gav neavet û em dê ji niha û şûnde jî gava paşve neavêjin. Me kuştina Kemal Kurkut ê di Newrozê de hat qetilkirin deşifre kir. Îşkenceya li Gundê Şapatanê hat kirin deşifre kir.Polîsê li Manîsa dizî kir me aşkere kir. Em ê ji niha û şûnde jî kevneşopiya Apê Musa, Gurbetelî Ersozan û Rohat Aktaşan berdewam bikin.
XWE LI BER VÊ BERXWEDANA JINÊ NEGIRTIN
Edîtora Gazete Şûjin Ceren Karlidag jî, diyar kir ku wan li dijî zimanê mêr û nêr nûçeyê desthilatdariyê serobin kirin û zimanekî nû yê civakê û wekheviya zayendê ava kir û wiha got: "Beri her tiştî hişmendiya mêr di pêşengiya AKP’ê de naxwazin rastî bên dîtin û ronîkirin. Yên ronî dikin jî dikin hedef. Em her dem rasti hişmendiya pekanînên AKP’ê yên bêcezakirin, tunekirina vîna jinê û li dijî feraseta ku înkar dike rû bir û man û me li dijî vê hişmendiyê têkoşiya.Di vê pêvajoya ku vê hişmendiyê jin kir hedef rojnameya jinan jî kir hedef. Em li hemberi vê yeke şaş neman. Ji ber ku xwe li hemberî me ranegirtin rojnameya Gazete Şûjin girtin. Li hemberî denge jinê û berxwedana jinan a kolanan di ber xwe nedan. Karlidag, anî ziman ku di ve pêvajoyê de jinan di ber xwe da û şujin bû denge jinan û wiha got: “Zexten li ser rojnamegerên jin û çapemeniya jin beriya şûjinê jî hebû. Tevi hemû êrişan rojnameya jinan bêdeng nebû û her tem bi rêxistinbûna xwe bi nûçeyên xwe bi raya giştî re parve kir. Bi nüce û têkoşina xwe rojnamegeriya jinê ava kir. Şûjin Nuriye Galmen, Nujiyan Erhan, Deniz Fýrat û Guldanya ye. Elvan û denge gelek jinên hatin qetilkrin e. Tevahiya jine rastî neqeqiyê hatiye e.Dengê Nuriye ye. Nikarin denge Nûriye qut bikin. Nujiyan li Şengalê qetil kirin. Lê nikarin denge we qetil bikin. Di bin vê girtine de nifrin û hêrsî heye. Ji ber ku rojnameya jinan û denge jinan e vê yeke tehamul nakin. Em vê yeke baş dizanin. Ji jinên tên kuştin wan nas dikin.Ev ji hev ne cudatir e."
‘TÊRAKIRINA ŞÛJINÊ DÊ BIDOME’
Karlidag destnîşan kir ku ew vê rejîma êrîşkar baş nas dikin ji ber vê yekê ew jî rêbazên têkoşînê dizanin û got: "Em wek rojnamgerên jin û ekîba Şûjinê, şûjina xwe di medya baviksalar de têrakin. Dibe ku em hatibin girtin lê heta îro girtinê çi bêdeng kiriye? Heta niha dengê kîjan rastî û jinan dikaribûne bigirin. Berovajî vê yekê bêtir bi hêz bûn û veguherî qêrînekê. Em ê jî vê qêrîn û dengî bilindtir bikin."
‘DIXWAZIN DENGÊ HEQÎQETÊ QÛT BIKIN’
Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Rojeva Medya Murat Sekmen jî diyar kir ku bi geşedanên siyasî re her tim li ser çapemeniya azad êrîş pêk tên û wiha axivî: “Di salên 90’an de bi dehan hevalên me hatin qetilkirin û girtin û îşkence li wan hat kirin. Ji vê pêvajoyê bêtir pêvajoyek giran derbas kirin. Li Tirkiyê li dijî kurdan polîtîkayek cuda tê meşandin. Ji ber vê yekê jî hin bêtir berpirsyarî dikeve ser milê çapemeniya azad û kurd. Beriya vê KHK’ê jî gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin. DÎHA, Azadiya Welat û bi dehan televizyon hatin girtin. Lê belê çapemeniya azad xebatên xwe bêwestan û bênavber berdewam kir. Paş de gav neavêt. Viya jî hin bêtir AKP’ê tirsand. Dixwazin dengê heqîqetê bigirin. Rojeva Medya jî bi heman armancê hat girtin.”
‘EM Ê CIVAKÊ BÊ NÛÇE NEHÊLIN’
Sekmen bibîr xist ku Rojeva Medya di şopa Azadiya Welat de weşangeriyê dikir û di warê ziman, çand û civakî de cihek taybet ê Azadiya Welat hebû û di vê riyê de xebatek pîroz dida meşandin. Sekman da zanîn ku Rojeva Medya jî peywîra pîroz a Azadiya Welat bicih dianî û dê ew ji niha şûn ve ew ê nehêlin ku gelê kurd bê nûçe û agahî bimîne.