Werzîşvanê Amedsporê Çalar ji fûtbolê hate menkirin

Werzîşvanê Amedsporê Mansûr Çalar ê ku  êrîşên nijadperestî lê hatibû kirin, ji aliyê Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê ji fûtbolê hate menkirin.

Werzîşvanê Amedsporê Mansûr Çalar ê ku di maça bi Sakaryasporê de êrîşên nijadperestî lê hatibû kirin, ji aliyê Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê ji fûtbolê hate menkirin. Hate diyarkirin ku Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê 25 hezar lîra ceza jî li Çalar biriye.

Hate diyarkirin ku di heman maçê de 15 hezar lîra ceza li Amedsporê, li werzîşvanê Amedsporê Mûhlîs Îstemî cezayê dûrxistina 5 maçan û 3 hezar lîra, li Mûhammed Alî Ozdemîr jî cezayê dûrxistina 4 maçan û 2 hezar û 400 lîra ceza hatiye birîn.

Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê berê jî werzîşvanê Amedsporê Denîz Nakî ji fûtbolê men kiribû.