Wêneyên Rêberê Gelê Kurd li kolanan hatin daliqandin

Li kolanên navçeya Seyhanê ya Edeneyê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin û daxwaza azadiya wî hat kirin.

Li navçeya Seyhan a Edeneyê dîwarên hin taxan û stûnên elektrîkê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî: Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hat xwestin.

Di wêneyên ku ji aliyê ‘Meclîsa Ciwanên Welatparêz’ ve hatin daliqandin de, bi gotina “Ji bo azadiya Rêber Apo rabe gelê Kurd” ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan banga çalakiyan li gelê Kurd hate kirin.