Wêneyê qetlîama Tirkiyeyê li Parlamentoya Ewropayê ye
Şêwekarê Kurd Kaya Zana, di Konferansa Kurdan a Parlamentoya Ewropayê de wêneyê ku qetlîama dewleta Tirk nîşan dide pêşkêş kir.

Hunermend Kaya Zana yê ku li Londonê dijî û demek dirêj e wêneyan çêdike, bû mêvanê bêdawet a Konferansa Kurd ku li Parlamentoya Ewropa ya li paytexta Belçîka Brukselê dewam dike. Zana, tevî tabloyekê tevlî konferansê bû. Di vê tabloyê de ku hilweşîna bajaran, xwîn, li kolanan cenaze, her wiha panzer û tankên bi sembolên alên Tirk lê hebûn, qetlîama dewleta Tirk a li Kurdistanê hatiye xêzkirin.
‘DIVÊ TI KES BÊDENG NEMÎNE’
Hunermend Kaya Zana têkîldarî xebata xwe ev gotin;
“Min ev tablo beriya niha bi sal û nîvekê çêkiribû. Dema dewleta Tirk di serî de Sûr, Cizîr, li Kurdistanê qetlîam kirin, diviyabû min jî tiştek kiriba, wisa min wêne çêkir. Min ev ji bo bîranîn û xatirên wan çêkir. Min xwest vê derbasî ser qaxizê bikim. Ji ber ku ev boyax bi hezaran salan jî jê nabe. Ji bo ev zilm neyê jibîrkirin, ev bê tomarkirin. Ji bo nîşeyek biçûk li dîrokê bimîne.”
Kaya Zana diyar kir ku divê li beramberî ev nêzîkatiya li ser Kurdistanê ti kes bêdeng nemîne û got; “Ez ji bo vê nîşanî cîhanê bikim li vir im. Ev wêne sembol û şahidê vê zilmê ye. Ji bo vê jî tînim Parlamentoya Ewropayê û nîşanî her kesî didim.”