Welt: 5 sedemên girêdana ekonomiya Tirk a bi Elmanyayê re

Di demê dawiyê de Tirkiye têkildarî mîtîngên referandûmê têkildarî Elmanyayê daxuayniyan dide, lê berovajî van daxuyaniyan Tirkiye di aliyê ekonomiyê de muhtacî vî welatiye.

Li gorî nûçeya daneyên fermî yên Rojnameya Dîe Welt bi sernivîsa ‘5 sedemên ku Tirkiye girêdayî me ye’ da, bal kişand tevî qîr û hewara Erdogan û AKP’ê jî ji ber sedemên kirîzên ekonomîk ‘Hewceyî’ Elmanyayê ye.

Di nûçeya Welt de hatiya bibirxistin ku ekonomiya Tirkiyeyê li gorî sala bihûrî di çarêka 3’emîn de 1,8 biçûk bûye, diyar kir ji bo ji nû ve bilindbûna ekonomiya Tirkiyeyê ‘Girêdayî welatê Elmanyayê ye ku hikûmeta Tirk wê pir sûçdar dike’.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Elmanya yek ji welatê herî zêde bazirganiyê bi Tirkiyeyê re dike û got: “Îxracata Tirkiyeyê ji sedî 10 bi Elmanyayê re pêk tê.”
Di analîza Dîe Welt de hate bibîrxistin Tirkiye ji cil û berg bigire heta alavên testîl, fêkî, û mobîleyeyanbi bihayê milyona Eûro firotine Elmanyayê, li gorî sala bihûrî herî zêde welatiyên Elmanyayê ji bo betlaneyê çûne Tirkiyeyê ye.

Di nûçeyê de hate destnîşan kirin ku nêzî 6500 saxên kargehên Elmanya li Tirkiyeyê hene. Tenê kargehên Elmanya di sala 2015’an de li Tirkiyeyê 431 şaxên nû vekiriye.