Welatparêzê Kurd Îsmaîl Goksûngûr jiyana xwe ji dest da

Welatparêzê Kurd Îsmaîl Goksûngûr li Parîsê jiyana xwe ji dest da. FEDA'yê bi daxuyaniyekê ragihand, ku Goksûngûr ev 40 sal in di nava tevgera azadiyê ya Kurd de cih digirt û yek ji Apoyiyên destpêkê yên Pazarcixê bû.

Welatparêzê Kurd Îsmaîl Goksûngûr li Parîsê jiyana xwe ji dest da. FEDA'yê bi daxuyaniyekê ragihand, ku Goksûngûr ev 40 sal in di nava tevgera azadiyê ya Kurd de cih digirt û yek ji Apoyiyên destpêkê yên Pazarcixê bû.

Welatparêzê Kurd Îsmaîl Goksûngûr li paytexta Fransa Parîsê jiyana xwe ji dest da.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) daxuyaniyek weşand û got, "Yek ji Apoyiyên destpêkê yên Pazarcixê, welatparêzê mezin û kedkarê gelê xwe Îsmaîl Goksûngûr ê 40 sal an di nava tevgera azadiyê ya Kurd de cih girt, li Parîsê jiyana xwe ji dest da. Goksûngûr ku nêzî salekê li hemberî kanserê li ber xwe dida, danê vê sibehê ber bi heq ve meşiya."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Goksûngûr ji temenê ciwantiya xwe ve li nava gelek saziyên tevgera azadiyê ya Kurd xizmet kir û hat gotin, "Goksûngûr ê di dawiya sala 1979'an de derket derveyî welat, li bajarê Elmanya Stûttgartê di dawiya sala 1980'î de pêşengî ji avabûna yekemîn komeleya Kurd li Ewropayê re kir.

Di sala 1982'an de li Parîsê bi cih bû û bû damezrînerê yekemîn komeleya Kurd li Fransayê.

Goksûngûr ê ji gundê Cennetpinari yê navçeya Pazarcixê ye, di sala 1992'an de bû yek ji 15 parlamenterê Kurd ên ji Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê hat hilbijartin. Weke wekîlekî meclîsê çû Kurdistanê û piştî ku wextekê li çiyê ma vegeriya Parîsê.

Goksûngûr ê di gelek saziyên li Fransayê de bi berpirsyarî rabû, di dema dawî de serokatî ji Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê re kir. Goksûngûr her wiha wextekê endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bû.

Di sala 1996'an de li ser banga Yekîtiya Elewiyan a Kurdistanê bû yek ji damezrînerên yekemîn Komeleya Yekîtiya Elewiyên Kurdistanê li Fransayê.

SERSAXIYA LI DERGAHA ELEWIYAN A PÎR SÛLTAN A LI PARÎSÊ

FEDA'yê da xuyakirin, ku serdanên sersaxiyê yên ji bo Goksûngûr tên kirin, li Dergaha Elewiyan a Pîr Sûltan a Parîsê tên qebûlkirin û diyar kir, cenazeyê Goksûngûr wê piştî çend rojan li gundê Cennetpinari yê Pazarcixê bê veşartin.