Welatparêz û hunermendê Kurd Veysî Ersoz jiyana xwe ji dest da

Welatparêz û hunermendê Kurd Veysî Ersoz ê ku li bajrê Kîel ê Elmenyayê dijiya, jiyana xwe ji dest da.

Welatparêz û hunermendê Kurd Veysî Ersoz ê ku salên dirêj weke koçber li Elmanyayê dijiya, di encama rawestan dil de jiyana xwe ji dest da.

Ji bo Ersoz, wê li Navenda Civak Kurd a Demokratîk a Kîel ku salên dirêj xebatên çandê lê meşandibû, sersaxî bê qebûlkirin.

Piştî temambûna karûbarên cenaze Ersoz wê ji bo definkirinê bişînin warê wî Palûyê.

...