Welatê ku herî zêde ceza ji DMME xwar, Tirkiye ye
Tirkiyeyê, di mijara binpêkirina mafên mirovan de careke din rekor şikand. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) par jî cezayê tazmînatê herî zêde da Tirkiyeyê.
Tirkiyeyê, di mijara binpêkirina mafên mirovan de careke din rekor şikand. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) par jî cezayê tazmînatê herî zêde da Tirkiyeyê.
Li gorî rapora sala 2016'an a Komîteya Wezîran ku organa biryarê ya Konseya Ewropayê ye, cezayê tazmînatê ku DMME di sala 2016'an birî gihîşt 88 mîlyon û 288 hezar Euroyî. 20 mîlyon û 734 hezar Euroyê vî cezayî li Tirkiyeyê hate birîn.
Li gorî raporê, hejmara biryarên DMME ku Tirkiyeyê hê bi temamî bi cih naniye, 1430 e.
Di rêza tazmînatan de, bi 18.2 mîlyon Euroyî Arnavût, bi 15.1 mîlyon Euroyî Îtalya û bi 7.3 Mîlyon Euroyî jî Rûsya piştî Tirkiyeyê tên.