Wekîlên Swêdî: Bila tecrîd bê rakirin

Parlamenterên Partiya Karker Demokrat a Civakî ya Swêdê Anders Osterberg û Kadir Kasirga diyar kirin, divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.

Parlamenterên Karker Demokrat a Civakî ya Swêdê Anders Osterberg û Kadir Kasirga xwestin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û hemû girtiyên siyasî werin berdan.

Parlamenter Kadir Kasirga bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 77'an de ye û rîsk li ser jiyana wê heye. Kasirga got, "Bendewarî û daxwaza min ew e ku bersiv ji daxwaza Leyla Guven ku yek ji daxwazên bingehîn ên însanî ye bê dayn û Ocalan karibe bi nûnerên xwe yên hiqûqî re rûnê."

Kasirga diyar kir, daxwaza Leyla Guven ew e ku dawî li kiryarên mîna êşkenceyê bê anîn.

Anders Osterberg jî xwest, bersiv ji daxwaza Leyla Guven re were dayin û hurmet ji mafên girtiyên siyasî hemûyan re bê nîşandan.

Osterberg diyar kir, divê hikumeta Tirk girtiyên siyasî hemûyan ên bi sûcdariyên bê bingeh girtiye, berde.