Wekîlên HDP’î li ber Komîsyona Ewropayê çalakiyê li dar dixin
Rêxistina HDP’ê ya Ewropayê li ber Komîsyona Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyek protestoyî li dar xist.
Rêxistina HDP’ê ya Ewropayê li ber Komîsyona Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyek protestoyî li dar xist.
Çalakgeran girtina 9 parlamenterên HDP’ê ku hevserokê partiyê jî di nav de ne û siyasetmedarên din ên Kurd protesto kirin, li ber Komîsyona Ewropayê 2 kon danîn.
Di çalakiyê de ku rêxistina HDP’ê ya Ewropayê li dar xist, Parlamenterên HDP’ê yên nû û berê Tuba Hezer, Faysal Sariyildiz, Ertûgrûl Kurkçu, Kemal Aktaş û Ozdal Uçer amade bûn. Her wiha gelek rêxistinên Kurdan destek dan çalakiyê.
Di çalakiyê de ku zextên rejîma AKP’ê hat şermezarkirin, pankart û afîşên li dijî Erdogan hatin rakirin. Çalakgeran ku rahiştibûn wêneyên wekîlên girtî, dirûşmeyên “Qatil Erdogan” berz kirin.
Di çalakiyê de Parlamenterê Ewropayê Mark Demesmaeker jî axivî, êrîşên li ser HDP’ê û Kurdan şermezar kir, avahiya Komîsyona Ewropayê nîşan da û xwest ku li dijî Tirkiyeyê sepanînên aborî û siyasî pêk bîne.
DIVÊ YE XWE ZELAL BIKE
Parlamenterê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu jî axivî, li dijî zextên li ser partiya xwe nerazîbûn nîşan da, peyama berxwedanê da. Kurkçu got; “Em ê li ti derê gelê xwe bi tenê nehêlin.”
Piştî Kurkçu, Wekîla HDP’ê Tûba Hezer bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir, got rejîma AKP’ê li Tirkiyeyê gelê Kurd tine dihesibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Erdogan, ti hiqûq û nirxên mirovî nas nake.”
Hezer bal kişand ser hevkariya desthilatdariya AKP’ê û çeteyên mîna DAÎŞ û El Nûsrayê, ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê rawestînin û got; “Divê YE xwe zelal bike.”
Çalakiya li ber Komîsyona Ewropayê saet 10.00-14.00’an hat lidarxistin. Ev çalakî wê roja Sêşemê jî di heman saetan de bidome. Her wiha, roja Sêşemê wê li Parlamentoya Ewropayê ji hêla HDP’ê civînek çapemeniyê bê lidarxistin.