Wekîlên Elman piştgirî dan HDP'ê

33 wekîlên li Elmanyayê, li dijî desteserkirin û kiryarên qirkirina siyasî yên desthiladariya AKP-MHP'ê peyamek weşandin û piştgirî dan HDP'ê.

Ji Partiya Çep, Partiya Keskan, Partiya Demokratên Azad (FDP) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ên li Elmanyayê 33 parlamenteran bi daxuyaniyekê piştgirî dan siyasetmedarên ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve dîl tên girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em endamên komên meclîsên eyaletan û meclîsa federal a Elman in. Ji rewşa siyasetmedarên mûxalefetê yên li Tirkiyeyê bi fikar in."

Di daxuyaniyê de betalkirina wekîltiya Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglû hate bibîrxistin û hate ragihandin ku Farisogûllari hîn jî dîlgirtî ye. Parlamenteran gotin, "Binpêkirina giran a hiqûqê ne tenê bi girtinê hatiye kirin. Her wiha betalkirina wekîltiyê jî li dijî qanûnê ye."

Parlamenteran desteserkirina 45 şaredariyên HDP'î jî bi bîr xistin û diyar kirin ku beşek ji wan hevşaredaran hatine girtin û gotin, "Di dema dawî ya qanûndanînê de ji HDP'ê 26 parlamenter bi rengekî siyasî û kêfî hatin girtin. Ji pêvajoya darizandina wan û rewşa wan em gelekî bi fikar in. Em piştgiriyê didin siyasetmedarên girtî."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mîna hikumeta Elman divê partnerên navneteweyî ji bo bicihhaatina demokrasiyê, serweriya hiqûqê û ahengiya mafên mirovan, têkiliyên xwe yên aboriyê yên bi Tirkiyeyê re bi kar bînin û hate gotin, "Hikumeta Elman a Fderal divê bandora xwe ya li ser Tirkiyeyê zêde bike. Elmanya beriya hevdîtinên li ser rakirina hişyariyên ger û geşta li Tirkiyeyê divê beriya her tiştî mafên bingehîn ên li Tirkiyeyê bike mijara nîqaşê."

33 WEKÎLÊN JI 4 PARTIYAN

Daxuyaniya hevpar bi pêşengiya Parlamentera Meclîsa Federal a Partiya Çep Gokay Akbûlût û Endama Meclîsa Hambûrgê Cansû Ozdemîr hate amadekirin. Parlamenterên mohra xwe danîne binê daxuyaniyê wiha ne:

"Kazım Abacı (Meclîsa Hamburgê, SPD) Gökay Akbulut (Meclîsa Federal, Partiya Çep), Luise Amtsberg (Meclîsa Federal, Partiya Kesk), Miriam Block (Meclîsa Hamburgê, Partiya Kesk), Sabine Boeddinghaus (Meclîsa Hamburgê, Partiya Çep), Deniz Çelik (Meclîsa Hamburgê, Partiya Çep), Filiz Demirel (Meclîsa Hamburgê, Partiya Kesk), Carola Ensslen (Meclîsa Hamburgê, Partiya Çep), Alske Freter (Meclîsa Hamburgê, Partiya Kesk), Olga Fritzsche (Meclîsa Hamburgê, Partiya Çep), Michael Gwosdz (Meclîsa Hamburgê, Partiya Kesk), Norbert Hackbusch (Meclîsa Hamburgê, Partiya Çep), Sina Imhof (Meclîsa Hamburgê, Partiya Kesk), Stephan Jersch (Meclîsa Hamburgê, Partiya Çep), Andrea Johlige (Meclîsa Brandenburgê, Partiya Çep), Katja Kipping (Meclîsa Federal, Partiya Çep), Lisa Kern (Meclîsa Hamburgê, Partiya Kesk), Farid Müller (Meclîsa Hamburgê, Partiya Kesk), Juliane Nagel (Meclîsa Brandenburg, Partiya Çep), Cansu Özdemir (Meclîsa Hamburgê, Partiya Çep), Cem Özdemir (Meclîsa Federal, Partiya Kesk), Tobias Pflüger (Meclîsa Federal, Partiya Çep), Filiz Polat (Meclîsa Federal, Partiya Kesk), Bernd Riexinger (Meclîsa Federal, Partiya Çep), Stephanie Rose (Meclîsa Hamburgê, Partiya Çep), Claudia Roth (Meclîsa Federal, Partiya Kesk), Bijan Djir-Sarai (Meclîsa Federal, FDP), Ali Şimşek (Meclîsa Hamburgê, SPD), Helin-Evrim Sommer (Meclîsa Federal, Partiya Çep), Margit Stumpp (Meclîsa Federal, Partiya Kesk), Hakan Taş (Meclîsa Berlinê, Partiya Çep), Cindi Tuncel (Meclîsa Bremenê, Partiya Çep), Yusuf Uzundağ (Meclîsa Hamburgê, Partiya Kesk)."