Wekîlên di grevê de ne: Wezaret soza xwe bi cih nîne!
Parlamenterên HDP'yî, ji bo sewqkirina birîndarên li jêrzemîna maleke li Cizîrê asê mane û dewlet nahêle werin rakirin, greva xwe ya birçîbûnê didomînin.
Parlamenterên HDP'yî, ji bo sewqkirina birîndarên li jêrzemîna maleke li Cizîrê asê mane û dewlet nahêle werin rakirin, greva xwe ya birçîbûnê didomînin.
Wekîlên HDP'yî yên di greva birçîbûnê de ne gotin, "Di serî de hikûmet em bang li her kesên xwedî berpirsyarî dikin, ku bi berpirsyariya xwe rabin."
Parlamenterên HDP'yî, ji bo sewqkirina birîndarên li jêrzemîna maleke li Cizîrê asê mane û dewlet nahêle werin rakirin, greva xwe ya birçîbûnê didomînin.
Heyeta ji Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr, ji duh ve li Wezareta Karên Hundir in. Her sê parlamenteran, ji ber ku rayedarên wezaretê sozên dane bi cih nînin, dest bi greva birçîbûnê kirin.
'ENCAM JI HEWLDANÊN ME DERNEKET!'
Heyetê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji bo derxistina birîndar û cenazeyên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane, greva me ya birçîbûnê û hewldanên me yên li Wezareta Karên Hundir dewam dikin. Ji hevdîtinên me yên bi Wezîr û rayedaran re heta niha ti encam derneketiye. Agahî ji me re hat ku di saet 12:11 de ji birîndaran mirovekî din jiyana xwe ji dest daye. Îro saet di navbera 07:00-13:30 de, ambûlansê herî kêm 10 caran hewl da birîndaran rake, lê belê tevî hemû sozên wezaretê jî, nekarî rake. Gule li ambûlansê tê reşandin û hewl tê dayîn bê nîşandan ku li herêmê şer heye. Bi vî rengî pêşî li ambûlansê tê girtin. Tirs û fikarên me yên li ser rewşa birîndaran zêde ne. Xuya ye li Cizîrê hêzeke şer a bi serê xwe tevdigere heye."
'XETERÎ LI SER JIYANA WAN HEYE, BERPIRSYARÎ YA HIKÛMETÊ YE'
Wekîlên HDP'yî diyar kirin, hem birîndarên li jêrzemîna malekê asê mane, hem jî hemû sivîlên li navçeyê bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne û gotin, "Hemû birîndar û sivîlên li wir bi xeteriyê re rû bi rû ne. Ji vê rewşê hikûmet berpirsyar e. Bêyî ku wext derbas bibe, bêyî ku çav li mirinan bê girtin, di serî de hikûmet pêwîste her kesên xwedî berpirsyarî, bi berpirsyariya xwe rabin."