Wekîlê Swîsreyî nerazîbûn nîşanî Erdoğan da: Terorîst kî ye?
Parlamenterê SP'î yê Swîsreyê Sommaruga, dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kiriye bi tundê şermezar kir û pirsa "Terorîstê rastî kî ye?" li Erdoğan kir.
Parlamenterê SP'î yê Swîsreyê Sommaruga, dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kiriye bi tundê şermezar kir û pirsa "Terorîstê rastî kî ye?" li Erdoğan kir.
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, greva birçîbûnê ya ku li dijî dagirkirina Efrînê roja Duşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dest pê kir di roja çaran de dewam dike. Di nava çalakgeran de parlamenterên HDP'yî, hevşaredar, rojnamevan û nivîskar jî hene.
LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ HEVDÎTIN HATIN KIRIN
Çalakgerên ku li binê konê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî di greva birçîbûnê de ne, ji aliyekî ve jî di nava rojê de li Neteweyên Yekbûyî (NY) hin hevdîtin kirin. Komek bi navê çalakgeran bi yekîneyeke ser bi Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir û li ser rewşa li Efrînê dosyayek pêşkêşî rayedaran kir. Komê bi rengekî vekirî ji rayedarên NY re qala bûyerên li Efrînê qewimîne û diqewimin kir û destnîşan kir ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ne ya qebûlkirinê. Komê destnîşan kir ku Kurd nema dikare xwe li vê bêdengiyê rabigirin.
SOMMARUGA: ÇAWA KU WE PÊŞÎ LI HITLER GIRT, PÊŞÎ LI ERDOĞAN JÎ BIGIRIN
Parlamenterê Partiya Sosyalîst (SP) ê li Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Carlo Sommaruga ji bo destekê bide çalakgeran serdana konê greva birçîbûnê kir. Sommaruga diyar kir ku ew piştgiriyê dide gelê Kurd û wê dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve ti carî qebûl nekin.
Sommaruga da xuyakirin ku Ewropa li pêşberî dewleta Tirk û Serokkomarê Tirk Erdoğan bêdeng in û destnîşan kir ku ev helwesta Ewropayê ne ya qebûlkirinê ye. Sommaruga bi bîr xist ku Ewropayê li dijî Hitler helwest nîşan da û got, "Çawa ku wê rojê li dijî faşîzma Hitler bi hev re tevberiya, îro jî divê Ewropa li dijî dîktatoriya Erdoğan tevbigere."
'TERORÎSTÊ RASTÎ KÎ YE?
Sommaruga işaret bi sîstema demokratîk a li Rojava kir û diyar kir ku di nava şerê Sûriyeyê yê 7 salên dawî de cihê herî bi ewle Efrîn bû, lewma dagirkirina wê bi ti sedemê mafdar nîne. Sommaruga nerazîbûneke tund nîşanî Serokkomarê Tirk Tayyip Erdoğan da ku PYD û YPG'ê bi terorîzmê sûcdar dike û got, "Em ji Erdoğan dipirsin; gelo terorîstê rastî kî ye?"
Sommaruga anî ziman ku çalakiyên Kurdan ên li Ewropayê girîng in û wiha dewam kir: "Em weke siyasetmedar bi we re ne. Dewlet li pêşberî rewşê bêdeng jî bin, divê hûn gelên Swîsreyê û gelemperiya Ewropayê bigirin cem xwe. Biçin malên wan û ji bo têkoşîna xwe destekê bixwazin. Hevgirtina gelan girîng e."
Sommaruga di dawiya axaftina xwe de got, "Bijî Kurdistan, Bijî Rojava, Bijî Kurd".