Wekîlê Swîsreyê yên ku bi HDP’ê re rûniştin: Di Rewşa Awarte de referandûm nabe

Wekîlên Swîsreyî bi şandeyeke HDP’ê re rûniştin û gotin: ‘’Referandûma ku di şertên Rewşa Awarte de pêk hatî ne demokratîk e’

Wekîla HDP’ê Tûba Hezer û Berdevkê HDK’ê yê Ewropayê Demîr Çelîk bi şandeyekê li gel partiyên siyasî yên Swîsreyê yên Meclîsa Federal re rûniştin û rojeva Tirkiyê û Kurdistanê gotûbêj kirin. Di hevdîtinê de li ser navê Partiya Sosyalîst Carlo Somarûga, Angola Barrîle, Laurence Fehlmann, Anîta Fetz, Calaûdîe Frîedlî û li ser navê Partiya Kesak Serokê Komê Balhasar Galattî û çend wekîlên din amade bûn. Her wiha li ser navê Partiya Gel a Swîsreyê jî û Partiya Demokrat a Xiristiyan jî wekîl amade bûn.

ŞANDEYA HDP’Ê NEHIQÛQÎ VEGOTIN

Şandeya HDP’e têkildarî binpêkirina mafan û kirinên dij-demokrasiyê yên Tirkiyê û Kurdistanê ji wekîlên Swîsreyê re vegotin û her wiha bal kişandin ser bûyerên li gundê Xirabê Bava yê Nisêbînê ku dewleta Tirk dorpêç kiriye û êrîşan dibe ser.

Şandeya HDP’ê têkildarî referandûma 16’ê Nîsanê agahî dane wekîlan û gotin di şertên Rewşa Awarte de referandûm wê bi rengekî demokratîk pêk neyê û ji wekîlên Swîsreyê xwestin ku di vê mijarê de rola xwe bilîzin.

WEKÎLÊN SWÎSREYÊ: NAYÊ QEBÛLKIRIN KU WEKÎLÊN HDP’Ê GIRTÎ BIN

Piştî şandeya HDP’ê wekîlên Swîsreyê axivîn û gotin ew ji nêz ve rewşa Kurdistanê û Tirkiyê dişopînin û di vê mijarê de çi ji destê wan were wê bikin. Wekîlan bi taybetî diyar kirin ku bi ti rengî nayê qebûlkirin ku wekîlên HDP’ê girtî bin û gotin divê Tirkiyê dev ji van polîtîkayên xwe yên dijî hiqûqê biqere.

Her wiha diyar kirin ku ew pêvajoya darazê ya wekîlên HDP’ê ji nêz ve dişopînin û gotin di rojên pêş de şandeyek ji Swîsreyê wê were Tirkyiê û li girtîgehanan wê serdana wekîlên HDP’ê bikin.

DI REWŞA AWWARTE DE REFERANDÛM NABE

Wekîlên Swîsreyê diyar kirin ku di şertên Rewşa Awarte de referandûm wê ne demokratîk be û gotin: ‘’Di rewşeke wiha de ku hemû muxalîf têne girin, çi kesê ku li dijî Erdogan derdikevin têne girtin û bi zextê têne bêdengkirin, referandûma ku wê were kirin wê ne demokratîk be.’’

Wekîlên Swîsreyê diyar kirin ku Erdogan bi krîza penaberan Ewropayê çavtirsandî dike û xwestin ku Ewropayê li dijî Tirkiyê dev ji pozîsyona xwe ya pasîf biqere.

Wekîlên Swîsreyê herî dawî gotin ew ê komeke wekîlên çepgir ji bo Newrozê û referandûmê bişînin Tirkiyê.