Nûçeya Lezgîn: KCK: Gava ku Rêber Apo ji me dixwaze em ê biavêjin

Wekîlê MHP'ê di derbarê keça Kemal Turkler de doz vekir

Wekîlê MHP'ê di derbarê keça Kemal Turkler de doz vekir

Parlementerê MHP’ê Celal Adan di derbarê keça Kemal Turkler Nîlgun Soydan de bi sûdarkirina “heqaret û îftîrayê” doz lê vekir. Kemal Turkler di sala 1980’an de di encama sûîqesta ji aliyê hêzên faşîst ve hatibû kuştin.

Ji ber sedema sûcdariyên hatine kirin ji bo Soydanê 6 sal cezayê girtîgehê tê xwest û hate gotin ku, di bîranîna salvegera bavê Soydanê de hatiye gotin ku, “kiryarê cinayetê û ji bo cinayetê çek temîn kiriye”, “Ji bo rizgarkirina qatilan hewildanek mezin kiriye û gihaye armanca xwe” bikaraniye û sûcê “heqaretê” kiriye.

Soydanê jî têkildarî bûyerê ev gotin kiribûn: “Di doza têkildarî qetilkirina bavê min de, hertim navê Adan derbazbûye û bi salan hatibû xwestin ku di dadgehê de weke ‘şahid’ were guhdar kirin. Ew bi xwe xizmê Unal Osmanagaoglû ku bersûcê doze ye. Di îdîanameyê de gotinên, Osmanagaoglû çûye gel Adan û jê pirskiriye, ‘Destê min dixwere, çalakiyekî ku bêt kirine heye?, ew jî gotiye, ‘ 2-3 roj raweste, em dê te beralî bikin’ cih girtiye. Piştî 2-3 rojan jî cînayet çêbûye.”