Wekîlê BDP’ê Onder ji nexweşxaneyê derket
Wekîlê BDP’ê Onder ji nexweşxaneyê derket
Wekîlê BDP’ê Onder ji nexweşxaneyê derket
Parlementerê BDP’ê Sirri Sureyya Onder ku ji ber bombeyên gazê yên polîsan avêtin û ji milê xwe birîndarbû, piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derket.
Dema ku Onder ji nexweşxaneyê derket daxuyaniyek da û got: “Waliyê Stenbolê, Şaredar û Midûrê Polîsan li çavên gel mêze kir û direw kirin. Êrîşî gel kirin. Jinek ciwan ya Fasî birîndar bû, di beşa çavdêriyê de ye. Hemû caran direwan dikin. Hemû bajar kirin gaz. Em dê hesabê vê bipirsin, dê di bin vê de bimînin.”