Wekîla Swêdî: Divê welat hemû li ber tecrîdê rabin

Wekîla Swêdî Bodil Valero serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê kir û got, "Ne tenê Yekîtiya Ewropa û dewletên endamên wê, divê welat hemû li dijî tecrîdê derkevin ku bi salan e didome."

Wekîla Parlamenta Ewropayê ya ji Partiya Keskan a Swêdê (Miljopartiet) Bodil Valero doh êvarê serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê kir û li ser rewşa wan a tenduristiyê û armancên wan agahî wergirt.

Valero ku Nûnerê HDP'ê Fayik Yagizay jî pê re bû, bi navê çalakgeran bi Yuksel Koç re ji bo demeke kurt hevdîtin kir.

'HETA KU TECRÎD BI DAWÎ BIBE WÊ BERXWEDANA ME BIDOME'

Yuksel Koç diyar kir, çalakiya wan ne tenê ji bo Kurdan an jî Rêberê Gelê Kurd e û got, çalakiya wan di heman demê de ji bo qedandina şer û pêkhatina aştiyeke bi rengê azadiyê yê gelan e. Koç anî ziman, pirsgirêkên tenduristiyê li çalakgeran hemûyan rû dane û got, "Lê belê heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê tawîzê ji berxwedana xwe nedin. Yekane daxwaza me ji Konseya Ewropayê û CPT ew e ku ji bo mîmarê aştiyê Birêz Ocalan karibe rola xwe bi cih bîne, bike ku parêzer û malbata xwe bibîne."

Koç bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û Nasir Yagiz ku li asta krîtîk e û bi bîr xist, tevî bi hezaran kesên li zindanan berxwedan bi biryardarî didome.

VALERO: DIVIYABÛ JI ZÛDEYÎ LI DIJÎ VÊ TECRÎDÊ HELWEST BIHATA NÎŞANDAN

Parlamentera Swêdî Bodil Valero bal kişand ser werekiya berxwedêrên greva birçîbûnê û diyar kir ku ew bawer e wê çalakî bi ser bikeve. Valero bi bîr xist, tecrîd bi salan e dewam dike û li dijî qanûnên navneteweyî ye û got, "Ne tenê Yekîtiya Yekîtiya Ewropa ya jî dewletên endam, diviyabû welat hemû li dijî vê derketibûna."

Valero anî ziman ku Tirkiye di heman demê de endamê NATO'yê ye û dewlet û saziyên bi Enqereyê re di nava têkiliyê de ne, divê li dijî polîtîkaya tecrîdê derkevin.

'GELÊN DINYAYÊ DEYNDARÊ KURDAN E'

Yuksel Koç jî anî ziman ku li pişt zîhniyeta DAÎŞ'ê Erdogan û dewleta wî heye, lewma heta Erdogan li desthilatdariyê be wê DAÎŞ'iyên nû jî her derkevin. Bodil Valero jî ev nêrîna Koç piştrast kir û diyar kir, gelên dinyayê deynarê Kurdan e ku ji bo bidawîkirina zîhniyeta DAÎŞ'ê berdêlên giran da û kir ku biqede.

Valero bal kişand ser girîngiya bidawîbûna tecrîdê û jinûve destpêkirina diyalogê û got, tecrîd pirsgirêka hevpar a wan e.