‘Wêjeya kurdî îro bi zaravayê cîhanê xwe dide nasîn
‘Wêjeya kurdî îro bi zaravayê cîhanê xwe dide nasîn
‘Wêjeya kurdî îro bi zaravayê cîhanê xwe dide nasîn
Ji ber ku biziman perwede nîne, kurdî wek nivîskî destpêkê qada wêjeyê nas kir. Wêje jî heta demekê, ji fikara hunerê wêdetir, berê xwe da qeydkirin, neqlkirin û parastinê. Nivîskar û helbestkar Cîhan Roj diyar dike ku ev asteke û got: “Îro wêjeya kirmanckî bi zaravayên wêjeyên din û wêjeya cîhanê re bi klasîkên kurd re xwe dide nasîn û ji bilî nasandinê têkiliyê pêşve dibe.
Roj got êdî refleksênparastina hestyarî tên terkkirin û rexne bo wêje û ziman tê kirin û got: “Êdî pirsgirêkên der barê wêjeya modern de di rojevê de ne. Niha xebatên ziman di astek girîng de ne. Ji ber ku tirs jî bi qasî cesaretê rastiya xebatên huneri ye.
Her ku pêvajo hêviyê bide dê pirsên cuda bên prisîn û hawira demokratîk boz iman girînge. Azadbûna ziman, xwe naskirin û ji jiyanê hezkirinê pêşve bibe. Bi normalbûnê re dê bandora li ser ziman û kesan normal be. Bi pêvajoya çareseriyê û hawira huzurê re dê çareseriya van pirsgsirêkan jî bîne. Kurdî dê hesretên demokratîk û humanîst xwedî bike.
KURDÎ HEWL DIDE XWE DI WÊJEYA CÎNANÊ DE BIDE RUNIŞTANDIN
Cîhan Roj got bi naskirina wêjeya zaravayên din zemîna ziman bi hêz bûye ûgot: “Bi têkiliya wêjeya cîhanê re wêjeya kurdî hewl dide di wêjeya cîhanê de cih bigire. Heta îro kurdî zêdetir wek zimanê rojane hatiye bikaranîn. Niha kêm be jî defetên xwe îfadekirinê çêbûne.”
HAWIRA DEMOKRATÎK BO ZIMAN GELEK GIRÎNGE
Roj destnîşan kir ku her ku pêvajoya çareseiyê hêviyê dide mirov pirsên cuda dike û dikevin nava lêgerînên cuda û got: “Bê guman aliyek jî wêje û zimane. Demokrasî, hawira demokratîk bo ziman gelek girînge. Azadbûna ziman dê xwenaskirin û hezkirina ji jiyanê bi xwe re bîne. Têkiliya bi ziman re ger baş be dê cîhana fikr û ramanê jî pêş bikeve.”