Bi sedan kesên ku di saet 13:00’an de li Qada Norra Bantorgetê kom bûn, pankartên “Efrîn ne bi tenê ye”, “Qirkirina li Efrînê rawestînin”, “Efrînê bi parêzin” û “ Tirkiye=Dewleta Îslam” vekirin, bi wêneyên welatiyên sivîl ên di êrîşên qirkirina dewleta Tirk de şehîd bûne bilind kirin û meşiyan.
Di meşê de hêrsekî mezin li dijî dewleta Tirk hebû û bi dirûşim û axaftina êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê hate tehşîrkirin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Dewleta Tirk ji Efrînê bi cehenime”, “Efrîn bi xwîne, cîhana derve bêdenge”, “Bijî Serok Apo”, “Êrîşên li ser Efrînê rawestînin”, “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Artêşa Tirk ji Rojava bi cehenime”, “Kujer, faşîst Erdogan”, “Zarok tên qetilkirin” û “Bijî Berxwedana YPG/YPJ’ê” hatin qîrkirin. Her wiha li pêşiya meşê aleke mezin a PKK’ê hate vekirin.
Li Qada Raoul Wallanebergê ji bo şehîdên Efrîn û şoreşê deqeeyek rêz hate girtin û dirûşma ‘Şehîd Namire’ hate qîrkirin.
Li ser navê Plaftorma Piştgiriya bi Berxwedana Efrînê re Ayşe Goktepe axivî û diyar kir ku Erdogan jî mîna rejîma Sedan li Efrînê çekên kîmyewî li dijî Kurdan bikar tîne û sivîlan qetil dike.
Goktepe bal kişand ser bomberdûmana li ser Nexweşxaneya Avîrîn û diyar kir ku 10 sivîl şehîd bûne.
Kaveh Doostkamî yê ku li Başûrê Kurdistanê 9 salan li gel pêşmergeyan şer kiriye jî diyar kir ku ji ber ku li Efrînê jiyaneke hevbaş hebû ku hemû pêkhate dikarî li ser çanda xwe û zimanê xwe perwerde bibîne, deweta Tirk ew kirine hedef û êrîşan dike.
Doostkamî nerazîbûn nîşanî biryara ku YPG/YPJ weke terorîst tê diyarkirin jî da.
Çalakî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Efrînê” ve bi dawî bû.